Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza kuştina Pinar Gultekînê li Dadgeha 3yan a Cezayê Giran a Mûglayê pêk hatiye. Heyeta dadgehê ji bo Cemal Metîn A. û bersûcên din ên bi tohmeta kuştin û alîkariya kuştina xwendekara Zanîngeha Mûglayê Pinar Gultekînê dihatin dadgehkirin, biryara xwe aşkere kiriye.
Cemal Metîn A.yê girtîgî, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî dadgehkirinê bûye. Heyeta dadgehê cezayê miebetê da Cemal Metîn A.yê ku 23 meh in girtî ye. Lê bi mehneya ku ew bi neheqî tehrîk bûye, heyetê cezayê wî kêm kiriye û di encamê de 23 sal cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Bersûcî di îfadeya xwe de gotibû ku, “Wijdanê min rehet e.”
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, heyeta dadgehê biryara beraetê ji bo bersûc Mercan A.yî, dêya wî Ayten A.yê, bavê wî Selîm A.yî, hevjîna wî ya berê Eda K.yê û hevkarê wî Şukru Gokhan O.yî daye.
Parêzerê malbata Gultekînê Rezzan Epozdemîrî gotiye ku ew ê li dijî biryarê derkevin û serî li dadgeheke bilindir bidin.
Malbata Gultekînê bertek dane
Dêya Pinar Gultekînê, Şefîka Gultekînê gotiye, “Keça min bi saxî şewitandin. Heq, hiqûq û edalet ne ev e.”
Bavê wê Siddik Gultekînî jî diyar kiriye ku “Ne tenê keça min mir, ê min hemû malbata min mir... Ez êdî dixwazim agir bera xwe bidim.”
Cemal Metîn A.yê ku Pinar Gultekîn kuştiye, roja 12ê Tîrmehê ya 2021ê, di danişîna 5an de gotibû ku wî li ser medyaya civakî lînc dikin û ji ber vê jî ew mexdûr e. Her weha diyar kiribû ku “Baş e ku Peymana Stenbolê betal bûye.”
Çi bûbû?
Pinar Gultekîna ku nişteciha Taxa Akyakayê ya Ulayê, navçeya Mûglayê 16ê Tîrmehê ji mala xwe derketiye. Pinar Gultekîn bi rêya telefonê bi Sibel Gultekîn, xwuşka xwe ya li Stenbolê re axivî ye. Lê piştî wê agahî jê nestendiye.
Sibel Gultekîn ji jiyana xwuşka xwe ketiye gumanê û bi dêya xwe Şefika Gultekînê re çûye Mûglayê. Çûne Fermandariya Qereqola Akyayakayê û gotine ku Pinar Gultekîn winda ye. Piştî serî li qereqolê dane cendermeyan dest bi lêgerînê kiriye. (EMK/FD)