Li Navenda Polîsan a Taksîmê îşkence û tacîz li jineke trans kirine
![Li Navenda Polîsan a Taksîmê îşkence û tacîz li jineke trans kirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/262/964/original/trans.jpeg)
Fotograf: csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Navenda Polîsan a Taksîmê ya li Beyoglûya Stenbolê, fermandarakî polîsan, îşkence li jina trans a bi navê M.K.yê kiriye, ew tacîz kiriye û paşê jî erd pê daye alastin.
Li gorî gotinên M.K.yê, bûyer 4ê Gulana 2022yê roja Çarşemê, saet li derdora 2.30 deqîqeyan pêk hatiye. Dema ku M.K. û hevalên xwe li ber deriyê Sikaka Sadrî Alişikî bi hev re diaxivîn, notirvanek hatiye û gotinên transfobîk ji wan re kiriye. Notirvanî piştî dijûnên zayendperest, bang li polîsan kiriye.
Komîserekî porspî hatiye cihê bûyerê ku paşê pê zanîne ku ew fermandarê polîsan e. Notirvan û komîserî bi porê M.K.yê girtine û ew di erdê de xijikandine û bi lêdanê ew birine qereqolê.
Hevala wê şahida bûyerê ye
Li gorî gotinên M.K.yê, li qereqolê fermandar û notirvanî bi berdewamî li wê dane. Di dema derblêdanê de derbeyeke mezin li difna wê dane. M.K.yê diyar kir ku dest dane her derê laşê wê û ew tacîz kirine, bi porê wê girtine û ew avêtine erdê û bi darê zorê erd pê dane alastin. Hevala M.K.yê jî şahidiya van tiştan kiriye.
Piştî tundkarî lê hatiye kirin M.K. çûye Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Taksîmê û rapora tenduristiyê wergirtiye.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan û parêzera jina trans, Eren Keskînê giliyê fermandar û polîsên Navenda Polîsan a Taksîmê û notirvanê li cihê bûyerê wezîfedar bûye kiriye. (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)