Sepana Sîstema Gilîkirinê ya Piştgiriya Lezgîn a Jinan (KADES) ya Wezareta Karûbarên Navxweyî ji 2018an ve, ji bo jinan tê bikaranîn. Dema tundkarî li jinan dibe, bi rêya vê sepanê dikarin hawara xwe bigihînin saziyên peywendîdar û polîs an jî jandarma bikaribin xwe bigihînin alîkariya wan. Sepan destpêkê bi tirkî, erebî, farisî, ingilîzî, rûsî û fransizî kar dikir. Ji ber ku kurdî tê de nebû, gelek derdoran bertek nîşanî vê rewşê da.
Navenda Mafên Jinan û Komîsyona Kurdî ya Baroya Amedê ji bo di sepanê de zimanê kurdî jî hebe, di meha Adarê de serî li Wezaretê dabû.
Di 27ê Gulanê de derket holê ku Wezareta Karûbarên Navxweyî, kurdî, almanî, îspanyolî, ozbekî û kirgizî jî li zimanên KADESê zêde kiriye.
Lê derket holê ku beriya ku Dadgeha Karûbarên Rêvebiriyê, biryara xwe aşkere bike bi çend rojan, Wezaretê kurdî û çendîn zimanê din li vê sepanê zêde kiriye.
Komîsyona Ziman a Baroya Amedê parêzer Elîf Bîrkîlî û ji Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Çîğdem Sevîmlîyê him daxwaz ji Wezaretê kiribû him jî serî li dadgehê dabû.
Wezaretê beriya biryara dadgehê, aşkere kir
Parêzer Elîf Bîrkîliyê ji bianetê re behsa vê pêvajoyê û encama derketiye holê kir.
Bîrkîliyê diyar kir ku pêşiyê wan serî li Wezaretê da lê Wezaretê îtiraza wan bêdeng qebûl nekiriye û paşê wan jî serî li dadgehê daye: “Di 7ê Adarê ya 2021ê aplîkasyona KADESê ji aliyê Wezareta Navxweyî ve hat parvekirin. Di vê aplîkasyonê de 5 ziman hebûn lê zimanê kurdî tune bû. Me Ji ber vê yekê Komîsyona Ziman û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê ji bo îtîrazê me serî lê da. Lê ev îtîraza me bêdeng hat redkirin. Îtîraza me gava ku hat redkirin me doz vekir û serî li Dadgeha Îdarê da.
“Ev pêvajo nêzê salekî dewam kir. Dadgeha 15an a Karûbarên Rêveberiyê ya Enqereyê doz birêve bir. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku 'Çi sedem ji bo tunebûna zimanê kurdî tune’.
"Ji ber Xala 10an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê behsa wekheviyê dike û di xala 12an a Peymana Stenbolê de jî hatiye gotin ku jin an kesên din dema tundkarî li wan dibe, bi kîjan zimani bikaribin xwe baş bînin ziman bila bi wî zimanê biaxivin. Dadgehê biryara xwe di 27ê Gulanê de da. Wezareta Karûbarên Navxweyî jî 2 roj berê li ser malpera xwe aşkere kir û got ku ‘Di nava sepana KADESê de zimanê kurdî jî heye’. Li gorî nêrîna me, nedixwastin ku rexne bê li ser wan. Ji ber vê yekê pêşiya biryara dadgehê aşkere bibe, li ser medyaya civakî û malperên xwe ev weşan erê kirin.
“Gelek kes ji bilî kurdî bi zimanekî din nizanin”
"Kurdî wek zimanekî nahesibînin. Em bertekê didin vê û newekheviyê. Em dixwazin astengiyên li ber zimanê kurdî bên dîtin û li qada giştî zimanê kurdî zêdetir bêhtir xuya bike.
“Li Tirkiyeyê û Kurdistanê gelek kes ji bilî kurdî bi zimanekî din nizanin û bi tundiyê re rûbirû dimînin. Ev pêvajoya tundiyê di pandemiyê de zêdetir bû. Armanca vê sepanê ji beriya tundiyê bigre an jî dema tundiyê, jin an jî zarok xwe bîgîhînin saziyên peywendîdar. Tundî her tim li ser jinan zêde dibe. Ev sepan jî xalek ji çareseriyê ye.”
“Fatma Altinmakas ji ber ku kurdî ji zimanan nehesibandin, mir”
“Çareseriyek din jî xala ziman e. Eger ku kesek xwe bi zimanê xwe neyne ziman nikare piştgiriyê bidest bixe. Fatma Altinmakas ji bilî kurdî bi zimanekî nizanîbû û ji ber vê yekê xwe negîhand saziyên ewlehiyê û çi piştgirî nehat dayîn. Di encamê de mir. Wek Fatma Altinmakas bi dehan jin hene ku ji ber vê sedemê mirine. Ev biryar dereng jî hatibe dayîn bi rastî jî biryarake giring e. Wê di nava civakê de rêya zimanê kurdî jî veke.”
Parêzer Bîrkîliyê di axaftina xwe qala girîngiya Peymana Stenbolê jî kir û got: “KADES li gorî Peymana Stenbolê hat avakirin. Peyman hin berpirsiyariyan dida dewletan. Di wê peymanê de ji bo ku tundî kêm bibe û bûyerên tundiyê neqewimin çi tiştên pêwist hene hatine diyarkirin. KADES jî bi vê armanca hat avakirin. KADES di encamê de tiştek erênî derdixist hole.
“Hebûna KADESê ji hêlekê ji bo me êşek e”
“Ji aliyekî ve hebûna KADESê û pêwistiya KADESê, nîşanî me dide ku civakî tundiya liser jinan qebûl kiriye. Ev pirsgirekeke gelek mezin e. Em qala dewleteke sosyal dikin. Hewcêye ku di aliyê perwerdeyê, tenduristî de û di her qadê de wekhevî hebe lê mixabin tiştekî wiha tune ye.”
“Gavên dewletê ne li gorî qanûnan e”
Bîrkîliyê bal kişand bêhiqûqiya dewletê û wiha dewam kir: “Ger gavên dewletê li gor zagonan û civakê hatibana avêtin, KADES hewce nedikir. Ev sepan helbet bi têna serê xwe têra tiştekî nake. Hewce ye ku polîtîkayên parastina jinan biguherin.
“Rêxistinên mafên jinan kêmasiyên KADESê rexne kirin. Lê rêxistinên jinan ê dîasporayê an jî yên Tirkiyeyê ev weke kêmasî nehesibandin. Di Kurdistanê de ev sepan zehf nayê naskirin lê piştî zimanê kurdî em bawerin ku edî haya jinên kurd jî ji vê sepanê wê hebe.” (SY/FD)