Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh(17ê Gulanê) li Umîtkoya navçeya Yenîmahalleya Enqereyê dema Çîgdem Mîne Metya Haktanir, Lîstikvana Şanoya Dewletê ya Enqereyê xwarinê dide ajalên kolanan rastî êrişa mêrên bi navê Aydin Koç û kurê wî Emrah Koç tê.
Hatiye zanîn ku herdu mêr esnaf bûne.
Li gorî nûçeya Jînnewsê Çîgdem Mîne Metyayê piştî êrişê rapora lêdanê girtiye û giliyê wan mêran kiriye.
Di çar mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 99 jin kuştine, tacîz li 34 jinan kiriye, 83 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 238 jinan kiriye, tecawiz li 11 jinan kiriye. Bi kêmanî 262 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di çar mehên destpêkê yên sala 2022yê de, çapemeniyê ji bo mirina 70 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van çar mehan de bi kêmanî neh zarok kuştine. (EMK/AY)