Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daneyên Rainbow Mapê yên 2022yê hatine weşandin. ILGA Europe ji sala 2009ê û vir ve van daneyan diweşîne.
Ji bo vê raporê di navbera Kanûna Paşiyê û Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de li 49 welatan lêkolîn li ser rewşa mafên LGBTI+yan hatiye kirin.
Li gorî raporê Tirkiye îsal jî di rêza 48an de ye ku ev çar sal in di heman rêzê de ye. Di rêza dawiyê de, piştî Tirkiyeyê Azerbeycan heye.
Li gorî nûçeya ku di Kaos GLyê de hatiye weşandin, di serê lîsteyê de Malta (ji sedî 90), Danîmarka (ji sedî 74), Belçîka (ji sedî 72) hene. Swêd, Luksembûrg û Norwêc bi rêjeya ji sedî 68ê, piştî van welatan tên.
Her pênc welatên dawiya lîsteyê jî ev in: Belarûs (ji sedî 12), Ermenistan (ji sedî 8), Rûsya (ji sedî 8), Tirkiye (ji sedî 4) û Azerbeycan (ji sedî 2).
Di raporê de rêjeya hemû welatên Ewropayê ji sedî 38 e, ya welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê jî ji sedî 48 e.
Rapor ji sala 2009ê û vir ve tên amadekirin. Heta sala 2015ê rêjeya Tirkiyeyê di navbera 14-15ê de bû. Di sala 2015ê de rêjeya wê bû 12, di salên 2016, 2017 û 2018ê de ji sedî 9, di sedî 2019ê de ji sedî 5, ji sala 2020an û vir ve jî ji sedî 4 e.
Detayên derbarê Tirkiyeyê de
Di raporê de bi berfirehî behsa binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê li dijî LGBTI+yan bûne, kirine.
Beşa ji bo Tirkiyeyê hatiye veqetandin, sê rûpel e, tê de behsa rewşa penaberên LGBTI+, gotinên cidaxwaz yên Suleyman Soylû û siyasetmedarên din ên derbarê mafên LGBTI+yan de, kampanyeya cidakar a medya û medyaya civakî ya li dijî Ebrar Karakûrtê û çendîn serenavên din hatiye kirin.
Her weha cihekî berfireh daye çalakiyên Bogaziçiyê, biryara derketinê ya ji Peymana Stenbolê û qedexeyên di dema Hefteyên Rûmtê de.
Rapor çawa tê amadekirin?
Rapor dema tê nivîsîn, lê dinêrin bê ka wekhevî heye yan na, cidakarî dibe yan na û nirxandina mijarên weke malbat, sûcên nefretkirinê û gotinên nefretkirinê, naskirina zayendan a fermî, tevahiya laşê înterseksan, qada civaka sivîl û îltîcayê dikin.
Ji bo tevahiya raporê, bitikîne
(EMK/FD)