Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Daîreya 10an a Şêwra Dewlet piştî di 7-14 û 23ê Hezîranê de sê caran bicive, çavlirêye ku biryara xwe ya derbarê Peymana Stenbolê de aşkere bike.
Di 28ê Nîsanê de li Salona Konferansê ya Şêwra Dewletê derbarê Peymana Stenbolê de danişînek pêk hatibû. Dozgerê Şêwra Dewletê xwestibû ku biryara betalkirina Peymana Stenbolê ya Serokomarî neyê xebûlkirin. 10 kesan û saziyan di vê dozê de daxwaz ji Heyeta Şêwra Dewletê kiribû ku biryarê betal bike.
Sazî û kesên doz vekiribûn ev in:
1. Komeleya Jinên 29ê Çiriya Pêşiyê
2. Baroya Erzeromê
3. Baroya Enqereyê
4. Baroya Dîlokê
5. Partiya Gelecekê
6. Baroya Amede
7. Baroya Tekîrdagê
8. Seroka Giştî ya Komeleya Jinên 29ê Çiriya Pêşiyê
9. Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê
10. Hin parêzer
Çi bûbû?
Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin. (EMK/FD)