Fotograf: Tuba Torun / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozgeriya Encumena Dewletê di danişîna doza derbarê "Peymana Stenbolê" de diyar kiriye ku betalkirina peymanê ne li gorî hiqûqê ye. Her weha daxwaz kiriye ku bila biryara betalkirina peymanê qebûl nebe.
Heyeta dadgehê gotiye ku ew ê paşê biryara xwe bidin û danişîn bidawî kiriye.
Ji bo biryara betalkirina Peymana Stenbolê ya Serokomariyê betal bibe, li Encumena Dewletê doz hatibû vekirin. Danişîna vê dozê îro li Enqereyê, li Beşa 10an a Encumena Dewletê pêk hatiye.
Danişîn li salona konferansê ya Encumena Dewletê pêk hatiye ku 550 kes dikarin li wir bicih bibin. Ji çarhawirdorên Tirkiyeyê bi sedan parêzer û nûnerên saziyên dozdar, tevî gelek rêxistinên jinan beşdarî danişînê bûne. Li derveyî salonê jî polîsan midaxele li jinan kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameger Sibel Yuklerê, di heyeta dadgehê de şeş mêr û jinek heye.
Di danişînê de berê Serokâ Komeleya Jinên 29ê Çiriya Pêşiyê Parêzer Şenal Sarihan axiviye.
"Divê em mafê jiyana xwe biparêzin"
Sarihanê diyar kiriye ku ev doz dozeke dîrokî ye û gotiye:
"Di 2021ê de 280 jin hatin qetilkirin. Di nava 2 mehan de 90 jin hatin qetilkirin. Em bi rastî mafê jiyana xwe diparêzin. Ger em nikaribin mafê jiyana xwe biparêzin, wateya mafên din nîne. Tikaye ji vir biryar bidin ku betal bibe û gelekî biderengî nexin, lewre her roj 4 jin tên kuştin, bi yên ku em nabihîzin re ev hejmar dibe 8. Hiqûqê pêk bînin."
“Dengê me çû her derê cîhanê”
Paşê li ser navê heman komeleyê parêzer Oya Aydin Goktaş axiviye û gotiye:
"Haya me jê heye, ev ne ew doz e ku wê bibeje betalkirina Peymana Stenbolê rast e. Dozeke wiha ye ku wê biryarê bide bê ka li gorî Destûra Bingehîn e yan na. Dengê me çû her derê cîhanê. Ti peymaneke navnetewî bi vî awayî negihîşt ewqas mirovan. Sloganeke me heye ku vê peymanê vedibêje: ‘Peymana Stenbolê ya me ye em dev jê bernadin'. Lewra ev peyman ji vê xakê za.”
Dema Goktaş diaxivî, parêzerên din gotine ku "Li derve midaxele li jinan dibe. Tîmên polîsan anîne. Em dixwazin hûn wan jî bînin salonê."
Serokê heyeta dadgehê gotiye ku “Ger em hemûyan bînin vir wê salon hilweşe.” Jin li dijî serokê heyetê derketine û gotine ku “Em ê biçin ji derve û hevalên xwe bînin" û gelek parêzer derketine ji derve. Serokê heyetê diyar kiriye ku "Em dikarin nûnerên 50 saziyan bigirin hundir lê wê ewlehiya we jî bikeve nava xetereyê." Bi vê gotinê re kesên li salonê, bi çepikan protesto kiriye.
Piştî serokê dadgehê ferman daye ku bila 50 jinên din bikevin salonê, Goktaşê axavtina xwe dewam kiriye.
Piştî ku parêzerên din jî axivîne, Dozgerî nêrîna xwe aşkere kiriye û gotiye ku bila biryara Serokomarî ya derbarê Peymana Stenbolê de betal bibe.
Jinan bi çepikan, ev encam pîroz kiriye. (EMK/FD)