Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Enqereyê Yûsûf G. û Mehmet A. tecawiz li Edanûr Kaplanê kirine û piştre bûne sedem ku Edanûr xwe bikuje. 4emîn danişîna dozê ku herdu bersûc bi tohmeta ku “êrişa zayendî ya biwesf kirine” dad dibe li 12em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatiye.
Dayîk, xuşk, parêzer û gelek kesên din tevlî danişînê bûne. Her weha bersûcên girtî jî li salona dadgehê amade bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Fatma Polat, dayîka Edanûrê di dadgehê de mafê axavtinê girtiye û gotiye, “Ev çaremin danişîne. Min di sê danişînan de bêrsûc û parêzer guhdar kir. Baş e ger bersûc mexdûr in keça min ji ber çi di bin axê de ye. Keça min ji bo ku xwe îfade bike xwe nekuşt, piştî ku gef lê xwarin xwe kuşt. Ez naxwazim ev bersûcana tehliye bibin. Bila edalet pêk were.”
Bersûcan daxwaza beraeta xwe kirine. Piştî axavtina bersûcan dadgehê 5 xulek navber daye. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Bi piraniya dengan bi şertê kontrola edlî biryara tehliye kirina bersûc Yûsûf G.yî daye û biryara girtî mayîna bersûc Mehmet A.yî daye.
Dadgehê danişîn taloqî 15ê Nîsanê kiriye.
(EMK/AY)