Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Dema her kes azadiyê dixwaze, gelo çima mafê min ê herî bingehîn, mafê min ê jiyanê; azadiya min ji mirovan re ewqas tirsnak tê?”
Di sala 2008ê de cara pêşiyê ala keskesor li Newroza Amedê hatibû hildan. Nûçegîhanê/a KaosGL.org-ê bi van gotinên li jor behsa vê rewşê dikir.
Wê demê Kaos GLyê, ev pêşketin bi van gotinan ragihandibû: “Li Amedê îsal ji bo hevzayendan rojeke nû hilat û hevzayendên amedî cara pêşiyê ji bo pîrozkirina Newrozê derketin qadan."
Piştî wê salê, LBGT+ hema hema her sal bi awayekî birêxistinkirî beşdarî Newrozan bûn. Di sala 2011ê de rêxistinên LGBTI+yan yên li seranserî welêt, bi hev re beşdarî Newroza Amedê bûn. KaosGL.org-ê wê salê bi vê manşetê beşdariya LGBTI+yan ragihandibû: “LGBTî çûn Newrozê û hatin, jiyan dewam dike!". Di nûçeyê de hatibû nivîsîn ku, ji Stenbolê Lambdaistanbul, Kadın Kapısı û İstanbul LGBTT, ji Eskîşehîrê Morel, ji Enqereyê Pembe Hayat û Kaos GL, ji Îzmîrê Siyah Pembe Üçgen û ji Amedî endamên Hevjînê bi alên keskesor beşdarî Newroza Amedê bûbûn.
Li Amedê bi kêran gef xwarine
*Newroza Amedê 2022
Piştî yekem Newroza li Amedê, îro (21ê Adarê) di dema pîrozbahiya Newrozê de êrîşî LGBTI+yan kirine. LGBTI+ bi pankartên ku nivîsên “Bê trans jîyan nabe” û “Şer şer e çi jin e çi mêr e” li ser wan hatibû nivîsîn, bi alên keskesor û transan beşdarî Newrozê bûne; lê komeke mêran bi kêran gef li wan xwarine.
Li gorî wan zanyariyên ku me ji LGBTI+yen li qadê ne, hilgirtiye, komeke mêran kêr nîşan dane û ji bo alên di destên LGBTI+yan de gotine: “Hûnê van nîşan nedin, an na em ê bişewitînin." Di wê demê de derb li aktivîsteke/î LGBTI+yan dane.
LGBTI+ neçar mane ku pankart û alên xwe veşêrin. Xwestine biçin cihekî din lê heman komê bi pey şopa wan ketine. LGBTI+ neçar mane ku ji qadê derkevin. Xweşî, yek ji LGBTI+yê/a êrîş lê hatiye kirin, ji KaosGL.org-ê re bi van gotinan behsa hestên xwe kir:
“Di tevahiya jiyana xwe de ez beşdarî Newrozê bûm. Ji roja ku ez xwe dizanim ez li vir im û cara pêşiyêye ez neçar mam zû ji Newrozê biçim. Ez gelekî dilteng im.”
Li Amedê di dema çalakiya 8ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanî de jî êrîşî LGBTI+yan bûbû.
Li Eskîşehîrê LGBTI+ beşdarî pîrozbahiyê bûne
Li Eskîşehîrê girseyê digel barîna berfê û sermayê, Newroz bi coş pîroz kiriye. Kızıl Okyanus LGBTI+ jî bi alên keskesor û transan beşdarî pîrozbahiyê bûne.
Li Stenbolê LGBTI+ tacîz kirine
Li Stenbolê Newroz roja 20ê Adarê li qada mîtîngê ya Yenîkapiyê hate pîrozkirin. Digel sermayeke zêde hebû, bi deh hezaran kes beşdarî Newrozê bûn. LGBTI+ jî bi alên keskesor û transan beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Li Newroza Stenbolê jî tacîza devkî li LGBTI+yan bûye. Aktivîstên LGBTI+ yên li qadê bi van gotinan behsa bûyerê kirin:
“Em nêzîkî 10 kesî bûn. Yek du alên keskeser û aleke me ya transan hebû. Hîna di serî de mêrên ji ber me derbas dibûn, digotin 'travestî' û gotin li bin guhê me dixistin. Di seranserê çalakiyê de xwestin bê destûra me fotografên me bigirin. Vî tiştî her tim dewam kir. Kesên ku me ew hişyar dikirin henekên xwe bi me kirin, Em weke wan mirovan bûn ku hewce bi destûra wan nîne. Dema li sahneyê kesên diaxivîn gotin LGBTI+, me lîrand. Wê demê dîsa tacîz li me bû. Ji ber em ne rehet bûn, em derketin. Hin kes hatin ji me pirsîn û gotin 'Hûn Kurd in?'."
Li Îzmîrê êrîşî ala keskesor kirine
Li Îzmîrê pîrozbahiyên Newrozê bi banga rêxistina Îzmîrê ya HDPyê di 20ê Adarê de li Qada Gundogduyê de pêk hat. Digel bi hezaran kesî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiya Newrozê bûn.
LGBTI+ jî bi ala keskesor beşdarî Newroza li Îzmîrê bûn. Dema çûne qadê polîsan tacîz li wan kiriye. Her weha li qadê jî hin kesan ala keskesor ji wan dizîye.
Li gorî gotina LBGTI+yên beşdarî Newrozê bûne, piştî demekê du kesan al bi şûn de aniye lê al çiriyabû. Bi zor û zehmetiyan careke din al vekirine lê vê carê jî bi gotinan ew tacîz kirin e û ji wan re gotine, ‘Hûnê vê alê daxînin'. Gef li wan xwarine, dijîn û heqaret li wan kirine. Li ser sahneyê bêyî ku navê LGBTI+yan bibêjin, ji bo êrîşa li LGBTI+yan bûye wiha hatiye gotin: “Hevalno, rêhevalên me yên cida di navbera me de ne, em bi hemû rengên xwe li qadê ne." Piştî vê rewşê LGBTI+yan bi xwe ewlehiya xwe standine û neçar mane ji qadê derkevin." (YT/EMK/FD)