Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî a Amedê dabû destpêkirin de duh 23 jin hatibûn desteserkirin.
Li gorî nûçeya JinNewsê Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li avahiya ÎHDê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistiye.
Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn, Komeleya Jinan ya Rosayê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê beşdarî civîna çapemeniyê bûne.
'Em li dijî zayendperestiyê derdikevin'
Eren Keskînê daye zanîn ku îktidarê helwesta xwe ya li dijî jinê bi feshkirina Peymana Stenbolê diyar kir û wiha gotiye:"Bi serdegirtina malan a hevalên me tundî li wan hat kirin. Çalakiyên li qadên sîvîl pêk anîne bûye sûc û hatine binçavkirin. Em polîtîkayên dewletê yên jinê ji nêz ve nas dikin. Do li Stenbolê mêrê li ber çavan li hevjîna xwe xist îro serbest e. Lê belê hevalên me jî kirin bin çavan. Loma tundiya li ser jinê polîtîk e. Dema em vêya dibêjin em tenê li dijî têkiliya çewisandinê ya di navbera jin û mêr de dernekevin. Em di heman demê de li dijî nîjadperestî, mîlîtarîzm, zayendperestiyê derdikevin. "
Erenê bal kişandiye ser tundiya li jinan tê kirin û gotiye:""Em bang li AKPê dikin. Dev ji tundiya li ser jinê berde. Tundiya dewletê tundiya li malê zêde dike."(EMK/AY)