Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî Walîtiya Stenbolê Meşa Feminîstan a bi şev a 8ê Adarê qedexe kir, jin li kuçeyên Taksîmê kom bûn.
Polîsan hemû rêyên bi ser Kolana Îstîklalê û Qada Taksîmê bi bariyerên pola girtine. Ji Karakoyê heta Taksîmê hema hema hemû der û dor dorpêç kirine.
Bixwîne - Walîtiya Stenbolê qedexe kiriye, lê jinan gotiye "Em ê bimeşin"
Digel vê rewşê jî, jin ji saetên nîvro destpê kirine û li kuçeyên Taksîmê kom bûne. Rêxistinên jinan banga xwe ya ji bo meşa saet di 19.30 deqîqeyan de dubare kirine.
20.51
Kesên li Kadikoyê hatine desteserkirin, li Emniyetê îfadeyên xwe didin. Piştî kontrola jinan a li nexweşxaneyê Çav li rê ye jin serbest bibin.
20.48
Jinên ku li kuçeyên Cîhangîrê çalakî li dar dixistin, li paş Parka Cîhangîrê hatin ba hev. Jin li vir sloganên "Jin jiyan azadî" berz dikin. Çav li rê ye ku jin daxuyaniyê li vir bidin çapemeniyê.
20.30
Polîs ji bo ambulans biçe Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Taksîmê ya li Siraselvîlerê, barîkat rakirine. Di heman demê de jinan giraniya xwe dane ser barîkatan. Polîsan bi gaza rondikrij midaxele li jinan kiriye. Bandora gazê li polîsekî jî bûye.
20.05
Jinan pankartek li ser dîwarê Otoparka Cîhangîrê daliqandin ku li ser wê "Debara me nabe / Serhildana Feminîstan" dinivîsî.
19.45
Jinan li Cîhangîrê barîkatên polîsan hilweşandin û ew û jinên li Faîkpaşayê gihîştin hev. Niştecihên taxê jî li beroş û lalikan dikin û piştgiriya jinan dikin.
— Evrim Kepenek (@kepenekevrimm) March 8, 2022
19.30
Polîsan jin ji Siraselvîlerê ber bi Cîhangîrê ve dehf dan. Lê jin li vir jî rastî barîkatên polîsan hatin.
Polis, biber gazıyla müdahale ettiği kadınları Cihangir'e sürdü. 8MartYasaklanamaz pic.twitter.com/yX4VJbFrbe
— bianet (@bianet_org) March 8, 2022
19.20
Polîsan midaxele li jinan kiriye ku xwestiye ji Kuçeya Telê biçin Siraselvîlerê. Li vir gaza rondikrij bera ser wan dane.
Müdahale başladıhttps://t.co/DB9phGtIzR
— Evrim Kepenek (@kepenekevrimm) March 8, 2022
19.00
Koma ku ji Feminîst Mekanê derketiye li Kuçeya Telê civiyaye. Polîsan destûr nedane ku jin biçin Kolana Siraselvîlerê. Jinan li vir pankartek vekiriye ku li ser wê, "Serhildana Feminîstan" nivîsiye.
18.30
Li Fîrûzagayê polîsan dora jinan girtiye. Destûrê nadin kes biçe Kolana Îstîklalê û Cîhangîrê, her weha Qada Taksîmê jî ji çûn û hatinê re girtine.
Firuzağa'da kadınları abluka altına alan polis Cihangir'e ve İstiklal Caddesine açılan sokaklara çıkışa izin vermiyor. #8MartYasaklanamaz pic.twitter.com/he0sj87CDC
— bianet (@bianet_org) March 8, 2022
17.30
Li hêla din polîsan destûr nedaye komeke jinên dixwestin bi keştiyê ji Kadikoyê biçin Taksîmê. Polîsan li qada îskeleyê û Beşîktaşê 38 jin desteser kirine. Destê jinan li paş wan kelemçe kirine.
15.00
Jin li Bûrgazadayê civiyane. Li vir daxuyaniyek dane û bal kişandine ser krîza ekonomîk û şerî.
13.00
Tevahiya îstasyona Taksîmê ya xeta metroyê ya Yenîkapi-Haciosmanî, deriyê derketinê yê Kolana Îstîklalê yê îstasyona Şîşhaneyê û xeta funîkulerê ya Taksîm-Kabataşê ji saet 13.00ê û pê de ji çûn û hatinê re hatine qedexekirin.
*Fotograf: Tevna Parastina Jinan
(EMK/FD)