Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
*Welatên weke Swîsre û Almanyayê ji Tirkiyeyê re dikin mînak. Li van welatan nefeqedayîn sînorkirî ye û jin di jiyana kar de ne. Jin bi qasî li Tirkiyeyê ne xizan in.
*Ew guhertina ku niha dixwazin bikin a sînorkirina salan, wê fêdê li ti kesî neke. Ji ber ku qanûn ji xwe nabêje heta hetayê nefeqeyê bidin.
Ji Mor Çati Stenbolê parêzer Ceren Akkaya û ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Asli Pasinliyê guhertina ku hikûmet dixwaze di qanûna nefeqeyan de pêk bîne, bi van gotinen şîrove kirin.
Armanca hikûmetê ew e ku “sînorekî ji dema nefeqedayînê re deyne” û “li gorî salên zewacê nefeqe were dayîn.”
Hikûmet dixwaze li gorî salên zewacê rêjeya nefeqedayînê biguherîne. Yanî ger zewacê kêmî du salan dewam kiribe wê 5 salan, ji 5 salan heta 10 salan dewam kiribe wê 12 salan nefeqe were dayîn. Zewacê ji 15 salan zêdetir dewam kiribe wî wê ewqas sal nefeqeyê bidin.
Hatiye diyarkirin ku dadwer wê biryara sînorê salan bidin û her weha wê li “rewşa kar û dahatê ya hevjînan” binêre.
Not: Li Tirkiyeyê ger yek ji hevjînan bixwaze pereyê nefeqeyê kêm an jî zêde bike, an jî nexwaze nefeqeyê bide, dikare serî li dadgehê bide û biryareke nû derxe. Yanî ne weke ku tê gotin, biryara nefeqedayînê carekê tê dayîn û naguhere.
Gelo berjewendiya kê di guhertina qanûnê de heye? Ev guhertin wê bandoreke çawa li jiyana jinan bike.
Parêzer Akkaya û Pasînliyê bersivandin.
Akkaya: Divê gav ji bo wekheviya zayendê bên avêtin
Nêzîkî çar sal in, mijara nefeqeyê tînin ber me, piştî bertekan bi şûn de kişandin, paşê careke din li ser nîqaşê dikin. Em êdî westiyan.
Em her gavê hewl didin vebêjin, li Tirkiyeyê ger em li ser xizaniya jinan a her diçe kûrtir dibe neaxivin, em vê xizaniyê ji holê ranekin, gavan ji bo wekheviya zayendî neavêjin, li gorî rêgeza dewleta civakî piştgiriya kreşan û yên din nekin û rê li ber karkirina jinan venekin, em nikarin li ser mijara nefeqedayînê biaxivin.
Dewletê di mijara nefeqeyê de ti dane nehatine weşandin, lê hin lêkolînên ku rêxistinên civaka sivîl û şîrketên lêkolînê kirine, ev encam derxistine holê: Li Tirkiyeyê li der û dora 300 TL nefeqe tê dayîn û gelekê caran nadin. Yanî ew nefeqeya ku dixwazin sînorekî jê re deynin, li vê der û dorê ye û ji bo vê qiyametê li serê me radikin.
Em ê dest ji gotina, ger pirsgirêkeke nefeqedayînê hebe ew jî nedana nefeqeyan e, pirsgirêka xizaniya jinan e, bernedin.
Ew guhertina ku niha dixwazin bikin a sînorkirina salan, wê fêdê li ti kesî neke. Ji ber ku qanûn ji xwe nabêje heta hetayê nefeqeyê bidin.
Pasînlî: Jinên ku wan û hevjînên xwe dev ji hev berdane, xizan in
Li Tirkiyeyê jinên ku wan û hevjînên xwe dev ji hev berdane, gelekî xizan in û nikarin debara xwe bikin. Nefeqeyên ku dadgeh didin gelekî hindik in. Tişta ku divê em nîqaş bikin û biguherînin ev e lê ev guhertin berovajî wê, dê jinan mehkûmî li malên tundkarî li wan tê bike.
Welatên weke Swîsre û Almanyayê ji Tirkiyeyê re dikin mînak. Li van welatan nefeqedayîn sînorkirî ye û jin di jiyana kar de ne. Jin bi qasî li Tirkiyeyê ne xizan in.
Li wan welatan jin bi rengekî berfireh dikarin bikevin nava jiyana kar û xebatê, li welatê me jin bi bêkariyê re têdikoşin, li wir ne weke vir e.
Ew welatên ku mînaka wan dikin, di mijara wekheviya zayendî de bi pêş de ne, welatê me bi newekheviya zayenda civakî tê zanîn. Di vî mijarê de rapor hene. Li Tirkiyeyê rêjeyeke zêde jin xizan in. (EMK/FD)