Çavkanî - Fotograf: Kaos GL
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya LGBTI+yên Ciwan, saziyên LGBTI+yan ên li Îzmîrê û mafparêz, wê 28ê Kanûna Paşiyê, roja Îniyê saet di 18:00ê de, li ber Navenda Çanda Turkan Saylanê çalakiyekê pêk bînin. LGBT+ û mafparêz wê ji ber ku di van demên dawî de li Îzmîrê êrîşên li ser jinên trans zêde bûne û tên kuştin wê civîneke çapeminiyê li dar bixin.
Saziyan gotiye, “Jiyana me transan biqîmete” û bang li civakê kiriye da ku beşdarî çalakiya wan bibin û li dijî sûcên nefretê têbikoşin.
Li Îzmîrê li pey hev êrîşên nefretê çêbûn
Li Kolana Bornovayê ya Îzmîrê, dawiya êrişên a li hember jinên trans nayê. Di nav sê mehan de du jinên trans di vê kolanê de hatin kuştin, sê jinên trans giran brîndar bûn. Niha jî êrişeke din lê zêde bûye. Şeva 17ê Kanûna Paşiyê çar mêrên darên mixkirî di destê wan de, êrişî jinên trans ên karkerên seksê bûn, kirin. Li Îzmîrê meha Çiriya Paşiyê ya 2021ê, di nava hefteyekê de sê êrişên transfobîk pêk hatin. Di êvara Şemîya 20ê Çiriya Paşiyê de heman mêrî di nava saetekê de li Alsancakê êrişî du jinên trans kiribû. Jin di vê êrişê de giran birîndar bûbûn. Hefteyekê li pey vê êrişê, roja Şemîya 27ê Çiriya Paşiyê, li gara Basmaneyê êrîşî jineke trans a bi navê Berrak Yilmaz kiribûn û ew kuştibûn.
Di 16ê Kanûna Paşiyê de jî jineke trans a bi navê Gunay Ozyildiz li Karabaglarê, li ber derê mala xwe kêr kirin û Ozyildizê can da. (EMK/BY/FD)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye