"Stranên gelêrî divê hêvî û şahiyê bi xwe re bîne, pêwiste bêgunehiya zarokan tu carî nexe bin xetereyê."
Strana gelêrî navê her cure helbestên gelêrî ye ku di kevneşopiya wêjeya devkî de bi melodiyek tê gotin. Stranên gelêrî yên ku bi awazek diyarkirî têne gotin yek ji baştirîn amûr e ku êş, şahî û serpêhatiyên civakê eşkere dike. Ew derd, şahî û jîyana gel nîşan dide. Stranên gelêrî ji wan hêmanan in ku taybetiyên civakekê, dîrok, kevneşopî û edetên wê bi awayekî herî baş nîşan didin. Stranên gelêrî yên ku hemû hestên mirovî dihewîne jî nirxên ku jiyana çandî û civakî-aborî ya civakê nîşan dide.
Stranên gelêrî yek ji hîmên herî girîng ên azadî, aştî, tolerans û evînê ne. Her tiştê civakê di stranên gelêrî de xwe dide der. Ji bilî îfadekirina hest û rewşên cihêreng, bûyerên dîrokî, şert û mercên civakî-aborî, guhertinên çandî û meylên civakî jî nîşan dide. Di stranên gelêrî de fonksiyonên wekî psîkolojîk, estetîk, şahî, rexne, vegotin, negotin, agahdarkirin, perwerdekirin û exlaqî, kevneşopî, olî, rîtmîkî û bazirganî hene.
Lêbelê, stranên gelêrî yên ku ji hêla sosyolojîk ve ew qas girîng in carinan dikarin hêmanên ku neyînîtiya civakî diafirînin di nav xwe de bigirin. Ev hêman dikarin wekî ronîkirina fonksiyonên neyînî yên di stranên gelêrî de werin hesibandin. Fonksiyonên cihêreng ên stranên gelerî di nav xwe de fonksiyonên rexne, perwerdehî û exlaqî, agahdarî, derûnî û şahî hene. Lêbelê, ev fonksiyonan her gav bi erênî naxebitin û carinan dikarin peyamên zirardar jî hebin.
Pirsgirêka taybetî ya girîng a ku divê were çareser kirin stranên folklorîk ên ku îstismara zarokan tê de hene. Dibe ku ev stranên gelêrî bibin sedema dîtina zarokan wekî tiştên zayendî û normalîzekirina îstismara zarokan di civakê de. Stranên gelêrî ku tê de îstismarkirina zarokan jî dibe sedema belavbûna tevgerên çewt û xerab di civakê de. Ji ber vê sedemê ez di wê baweriyê de me ku divê ev stran bên qedexekirin ku êdî neyên guhdarkirin.
Ev stranên gelêrî ku carinan ji aliyê dengbêjên gelerî yên gelekî navdar ve tên gotin û heta niha jî gelekî navdar in û yên ku li van stranên gelêrî guhdarî dikin bi îlhama ku ji strana gelêrî distînin dikarin îstismara zarokan weke normal binirxînin. Ev rewş dibe sedem ku mafên zarokan bên binpêkirin û newekheviya zayendî di civakê de xurtir bibe. Wekî din, stranên gelêrî yên bi vî rengî dikarin bibin sedem ku zarok ne wekî kesên ku hewcedarê parastinê ne, wekî tiştên zayendî werin hesibandin.
Stranên gelêrî yên ku li ser îstîsmara zarokan tê de peyv hene, dibe alîkar ku di civakê de mîrateyek çandî ya neyînî berdewam bike. Ji ber vê yekê, qedexekirina naverokên bi vî rengî û hişyarkirina raya giştî li ser vê mijarê pir girîng e. Divê saziyên çavdêriyê yên wekî Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) di vê mijarê de bikevin nava liv û tevgerê û ji bo ku stranên gelerî yên ku îstismara zarokan têde hene ji weşanê bên derxistin.
Mînakên van stranên gelêrî evin:
Di vê wateyê de yek ji wan stranên gelêrî ku divê bi taybetî were rawestîn jî strana gelêrî ya bi navê "Gava bedewek dibe 10 salî " ku Celal Güzelses gotiye. Her du beşên pêşî yên vê strana gelêrî ku bi şêweya serhawa hatine gotin, balkêş in:
Bir güzel ki on yaşına girince(Dema ku bedewek dibe 10 salî)
Gonca güldür henüz açılır(Gula gulpiki hêj vedibe)
On birinde gonca diye koklarlar(Di yanzdeh saliya xwe de ew wek gulpikê tê bêhn kirin.
On ikide elma deyip saklarlar(Di donzdeh saliya xwe de jê re dibêjin sêv û vedişêrin)
On üçünde cevrü cefa çekerler(Di sêzdeh saliya xwe de bi giranî cefayê dikişînin)
On dördünde hamre şeker benzer(Di çardeh saliya xwe de dişibe şekirê hemra)
On beşinde güzelliğin çağıdır(Panzdeh sal temenê bedewiyê ye)
On altıda gören aklın dağıdır(Di şanzdeh saliya xwe de dibin dîtina çiyayê hiş)
On yedide göğsü cennet bağıdır(Di hivdeh saliya xwe de sînga wî baxçeyekî bihuştê ye)
Uzanır kameti selviye benzer(Direj dibe wek dara selwîyê)
Ji bilî vê;
Bağa girdim bağ budanmış(Ez ketim nav rez,rez kesixandini)
Bağa bülbül dadanmış,( Bilbilek li bexçe tamijîye)
On beş yaşında Nazife de Hanım (Panzdeh salî Nazîfe xanim)
Kimlere Aldanmış(Bi kê hat xapandin)
….
Henüz girmiş on üç, on dört yaşına,( Ew nû bû sêzdeh, çardeh salî,)
Edalı, işveli köylü güzeli.( Bedewa gundî ya nazdar, îşwebaz.)
….
Kar mı yağmış şu Harput’un başına(Li Xarpêtê berf barî?)
Kurban olam toprağına taşına(Ezê qûrbana ax û kevirê te)
Henüz girmiş onüç ondört yaşına(Ew nû bûye sêzdeh-çardeh salî)
Küçük yaşta bir yar sevdim Ermeni(Min ji Ermenîyek biçûk hez kir)
Ermeni’ye nasıl gönül vermeli.( Meriv çawa bibe evîndarê Ermenîyekê.)
….
Ardahan’ın yollarında(Li ser rêyên Erdexanê)
Güller açmış bağlarında(Gulan li rezên wan vekirin.)
Öyle bir yar sevmişem ki(Min ji evîndarek wisa hez kir)
On üç on dört çağlarında(Sêzdeh-çardeh saliya ye.)
Ev mînak dikarin bên zêdekirin. Ev stranan di derbarê îstîsmara zarokan de mînakên nebaşin û bi taybetî jî RTUK hewce dike ku gavan bavêje û gotina van stranan qedexe bike. Ev stranên gelêrî dibin sedema têgihîştina zarokan wek tiştên zayendî, newekheviya zayendî û binpêkirina mafên zarokan xurtir dike.
Stranên gelêrî her çendî amûrên girîng in ku nirxên çandî û hestên civakê nîşan didin jî, divê hêmanên neyînî yên ku tê de hene bên naskirin û ji holê bên rakirin. Ji bo parastina mafên zarokan di civakê de û ji holê rakirina newekheviya zayendî divê stranên gelêrî ku tê de îstîsmara zarokan heye bên qedexekirin. Qedexekirina van stranan wê pêşî li normalîzebûna îstîsmara zarokan di civakê de bigire û bibe sedema pêkhatina avahiyeke civakî ya saxlemtir û wekhevtir.
(AÖ/AY)