Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Îzmîrê di mehên derbasbûyî de jineke trans hatibû kuştin, sê jinên trans jî hatibûn birîndarkirin. Piştî van bûyeran niha jî jineke din a trans hatiye kuştin. Gunay Ozyildiz li navçeya Karabaxlarê li ber deriyê mala xwe bi kêran hatiye kuştin. Ji bo sedema kuştina jina trans a 48 salî diyar bibe polîsan dest bi lêkolînê kiriye.
Komeleya LGBTI+yên Ciwan wê dozê bişopîne
Piştî kuştina nefretkirinê, ji Kaos GLyê Yildiz Tar bi Şîmşek Yigit, rayedarê Komeleya LGBTI+yên Ciwan re axiviye. Yîgîtî gotiye ku malbat xwedî li cenazeyî derketiye û wê Ozyildiz li Amedê were binaxkirin:
“Tiştên ku em dizanin mixabin ji zanyariyên ajansan nivîsandine, ne zêdetir in. Hin mirovan Gunay li erdê dîtine û haya nexweşxaneyê jê çêkirine û fam dikin ku ew miriye.
"Li gorî zanyariyan bi amûreke birrînê êrîşî wê kirine lê em hîna nizanin ji ber çi hatiye kuştin û di rapora otopsiyê de çi dinivîse. Malbat xwedî li cenaze derket û ew ê li Amedê binax bikin. Biqasî em ji nûçeyên ajansan hîn bûne, du gumanbar hatine desteserkirin, yer bi tohmeta kuştinê yê din jî bi tohmeta alîkariyê desteserkirî ne. Em hewl didin xwe bigihînin malbatê û pêvajoya dozê bişopînin.”
“Necezakirin dewam dike"
Li Îzmîrê, di meha Çiriya Paşiyê ya 2021ê de sê êrîşên transfobîk pêk hatin. Di 20ê Çiriya Paşiyê de li Alsancakê mêrekî di nava saetekê de êrîşî du jinên trans kiribû. Her du jin jî birîndar bûn. Piştî vê bi hefteyekê, di 27ê Çiriya Paşiyê de li ber rawestegah trênê ya Basmaneyê êrîşî jina trans, Berrakê kirin. Berrakê can da.
Li gorî nêrîna Yîgîtî, ji ber desthilat LGBTI+yan dike hedef û sûcên li dijî jinan tên kirin nayên cezakirin, di van demên dawiyê de ev êrîş zêde bûne. (EMK/FD)