Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Stenbolê Beyoglûyê di 9ê Adara 2021ê de “kesekî ku maskeyê emeliyatê li ber devê wî û bikapuşon” bi madeyeke sotîner êrîşî jina trans a bi navê Asya kiribû.
Birînên kûr li rû û pişta Asyayê çêbûbûn ku ew ji Sûriyeyê ye û penaber e. Asya biribûn nexweşxaneyê li vir hatibû dermankirin û çavên wê êdî baş neditîtin. Ew demeke dirêj hatibû dermankirin.
Cendermeyan Emre B.yê ku xwestibû Asyayê bikuje li Eskîpazarê, navçeya Karabukê zeft û desteser kiribû. Dadgehê ji ber tawana “birîndarkirina bi zanebûn” ew girtibû.
Emre B. di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 2021ê de li 33yem Dadgeha Asliye Cezayê ya Stenbolê hatibû dadgehkirin. Emre B. û parêzerên wî bi gotinên transfobîk paraznameyên xwe pêşkêş kiribûn.
Parêzerên Biroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tacîza Zayendî û Tecawizê, Asya parastin û danişîn şopandin.
Parêzerên Asyayê ji dadgehê xwest ku bi tawana “birîndarkirina bi hestên hovane” bila Emre B. were cezakirin. Lê dadgehê ev daxwaz qebûl nekiribû û di biryara xwe de gotibû ku “ew bi neheqî hatiye tehrîkkirin” û cezayê Emre B.yî kêm kiribû. Di encamê de Emre B. bi 6 sal û 27 mehan cezayê girtîgehê ceza kiribû.
Parêzerên Asyayê li dijî vê biryarê serî li dadgeheke jor dabû. Dadgeha Îstînafê îro dosye nirxandiye û biryara xwe aşkere kiriye. Dadgehê biryara ku dadgehê daye qebûl nekiriye û gotiye ku divê bi tawana birîndarkirina “bi hestên hovane” were cezakirin. Di encamê de jî 12 sal cezayê girtîgehê li Emre B.yî biriye. Cezayê Emre B.yî ji 6 meh û 27 mehan derketiye 12 sal û 36 mehan.
Parêzer Tosûn: Erênî ye
Ji Biroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tacîza Zayendî û TecawizêBiroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tacîza Zayendî û Tecawizê Jiyan Tosûnê ji bianetê re wiha got:
“Dadgeha herêmî daxwazên me qebûl nekiribû. Tawana birîndarkirina bi hestên hovane hebû lê dadgehê ev ji nedîtî ve hatibû. Parêzerê bersûcî îdia kiribû ku, ‘Asya jineke tras e û paşê haya bersûcî ji vê çêbûye’. Lê ji bo zewacê amadekarî dikirin, bersûcî dizanîbû ku Asya jineke trans e.
“Ji ber ku îstînafê biryara dadgeha herêmî qebûl nekiriye, em kêfxweş in. Daxwaza me jî ev bû. Û her weha ji cezayê wî kêm nekir. Biryara îstînafê erênî ye.” (EMK/FD)