İllustrasyon: Özge Öz/Kaos GL
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên malbatên LGBTI+yan, bertek nîşanî gotinên Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Hundir daye ku Soylûyî bi gotinên xwe LGBTI+ kiribû hedef. Soylû bi muxtaran re civiyabû û wiha gotibû: “Li taxa we kîja dê û bav, ji bo LGBT li vî welatî belav bibe, pêşbikeve serî li we dide? Bi tenê dê û bavek heye ku gotiye 'Bila LGBT li vî welatî belav bibe, bila zarokên me bêhtir bi van karan re mijûl bibin" û serî li we daye? Baş e ev evîndarî ji ku tê?". Rêxistinên malbatan ev pirs bersivandine û wiha gotiye:
Rêxistinên malbatan gotiye ku, "LGBTİ+ zarokên me, xwişk û birayên me, xwarzê û biraziyên me, zarokên me ne. Ji ber hebûna wan em wan têkiliya xwe bi wan re qut nakin, berovavî wê em wan didin ber dilê xwe."
Li gorî nûçeya ku li Kaos GLyê weşiyaye, GALADER, Komeleya Malbatên Keskesor a Enqereyê, LISTAG- Komeleya Xizm û Malbatên LGBTI+yan, Koma Malbatên Antalyayê ya Akdenîzê, Koma Malbatên LGBTI+yan a Denîzliyê û Koma Malbatên LGBTI+yan a Îzmîrê bi hev re ev daxuyanî weşandiye.
"Mafên LGBTI+yan mafên mirovan e"
Rêxistinên malbatan di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Em weke malbatên LGBTI+yan, bi saya zarokên xwe hîn bûn ku cîhan ne tenê reş û spî ye û em dizanin ku di bin keskesora mezin a cîhan dorpêç kiriye de ji bo hemû rengan cih heye. Digel hemû gotinên cidakar û hedefkirinan, ji bo maf û azadiyên xwe yên bingehîn bidest bixin, em ê bi berdewamî li cem zarokên xwe bin û bi hemû hêza xwe em ê piştgriiya wan bikin lewre em dizanin ku zarokên ne me bi tenê ne jî xelet in.
“Mafên LGBTI+yan mafên mirovan e. Em bang li her kesên ku rêzê ji mafên mirovan re digirin dikin û dibêjin piştgiriyê bidin têkoşîna jiyanî ya hebûna zarokên me, em hêvî dikin ku Wezîrê Karûbarên Navxweyî li welatê xwe mirovan neke hedef û her kesî wekhef bibîne." (EMK/FD)