Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Onûr Gencer di 17 Hezîranê de li dijî avahiya Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) êrişa çekdarî pêkanîbû û di êrişê de Denîz Poyraz qetil kiribû. Onûr Gencer wê îro derkeve pêşberî dadgehê.
Yekemin danişîna dozê îro li 13em Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dê pêk were. Gencerî wê îro were dadgehkirin.
Pêş danişînê cıvata ku parlamenterên HDPê jî di nav de ne li ber edlîyeyê daxuyanî dan. Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPê, Oya Ersoy û Meral Daniş Beştaş, Parlamenterên HDPê, Erkan Baş, Serokê Giştî Partiya Karkerên Tirkiyeyê(TIP), Gulîzar Bîçer Karaca û Sezgîn Tanrikûlû, Parlamenterên Partiya Gel a Komarî(CHP), Ozkan Yucel, Serokê Baroya Izmîrê, Rêxistina Bajar ya EMEPê, Nûneriya Egeyê ya DISKê, Nejla Kûrûl, Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê, Partiya Azadiyê ya Tirkiyeyê, Rêxistinê Elewiyan, Platforma Jin Bi Hev Re Bi Hêzin û Dayikên Aştiyê di nav kesên ku hatine dozê bişopîne de ne.
Di daxuyaniya pêş edliyeyê de Pervîn Bûldanê weha got:
“Guleyên ku berdan Denîzê di heman demê de berdane aştiyê û demokrasiyê. Bi mehan e hêzên li pişt qetlîamê nehatine eşkerekirin. Wê roja ku Denîz qetil kirin, planek mezin a aloziyan amade kiribûn. Gule berdan aştiya vî welatî. Guleyên li Denîzê ketin di heman demê de li hêviya jiyana bi hev re ya li vî welatî ketin. Yên ku vî kujerî şandin ser avahiya me li pey aloziyek mezin in. Lê gelên Tirkiyê destûr neda vê aloziya mezin biqewime. Bi milyonan kes bû Denîz û xwedî lê derketin.”
“Divê hêzên li pişt kujer in were dadgehkirin”
Bûldan destnîşan kir ku qetlîam ji zimanê desthilatê pir ne dûr e û got: “Heta ku hêzên li pişt kujerên Denîz dernekevin holê mixabin wisa xuya dike ku wê li vî welatî kuştin berdewam bikin. Duh heman êriş li dijî avahiya partiya me ya Bahçelîevlera Stenbolê pêk hat. Lê êrişa wan neçû serî, bi ser neket. Yên ku vê atmosferê diafirînin bila viya baş bizanibin; gelên Tirkiyê wê destûr nede faşîzma we, nijadperestiya we û wê nehêlin ku însan şer bikin.
Em îro li Edliyeya Îzmîrê ne û wê kujer were darizandin. Lê belê em dîsa dibêjin, heta ku hêzên li pişt vî kujerî neyên darizandin û heta hesab nedin wê ev kar neqede.”
Bûldan anî ziman ku Onur Gencer li Minbicê hatiye perwerdekirin û wiha got: “Em bi zîhniytek ku vî kujerî diparêzin re rûbirû ne. Em ê hevdîtinên wî yên li miduriyeta polîsan bi kî re axivî ye bidarizînin. Di ser bûyerê re 7 meh derbas bûn ji bilî kujer kes nehatiye tespîtkirin. Em soz didin Denîza xwe, hevrêya min Denîz li wî cihê te lê çavê xwe girtiye, bila dilê te ne pêve be, em ê hesabê te bipirsin. Wê kujer û yên li pişt wan hesab bidin. Yên Denîz qetil kirin û êrişî avahiya partiya me Bahçelîevlerê kirin wê hesab bidin. Yên kujeran araste dikin wê hesab bidin. Em ê qet û qet dest ji doza xwe û hiqûq û edaletê bernedin.”
“Kujer 27 caran bi kê re axivî”
“Em rûbirûyê wê zîhniyetê ne ku heta niha dernexistine holê vî kujerî li Rêvebiriya Emniyeta Îzmîrê 27 caran bi kê re axiviye. Li Midiriyeta Emniyetê bi kê re hevdîtin pêkaniye em ê derxin holê. Di ser bûyerê de heft meh derbas bû. Din av heft mehan de ji bilî kujer ti kes nehat tespîtkirin.
“Operasyonekî dewleta kur e”
Piştî axavtina Bûldanê Sezgîn Tanrikûllû, parlamentere CHPyê jî weha got:
“AKP bi xwe bûye dewleta kûr. Ev operasyona jî operasyonekî dewleta kûr e. Tiştên ku li berê bûyerê û piştî bûyerê qewimîne dide nişandan ku ev bûyer plan kiriye.”
Erkan Baş, Serokê Giştî yê TIPê jî destnîşan kir û got:
“Heta ku faîlên hemû qetlîaman dernekevin holê, heta ku gele Kurd azad nebe û heta ku aşitî neyê em ê têkoşîna xwe bidomîne.”
17 Haziran'da Onur Gencer tarafından katledilen Deniz Poyraz davasının ilk duruşması İzmir Adliyesinde başlıyor pic.twitter.com/RwAxFib719
— Ruken Tuncel (@ruken_tuncel) December 29, 2021
“Ev ne dozekî kuştinê ye”
Platforma Jin Bi Hev Re Bi Hêzin ku 100 saziyên jinan di nav de ne jî têkildarî mijarê weha got:
"Ne dozeke kuştinê ye ku îro li vir dest pê dike. Îro li vir li welatê me doza jinbûn, xizanbûn, Kurdbûn û bêdengkirina li dijî neheqî, newekhevî, berxwedana li dijî pergala serdestiya mêran destpê dike. Ji ber vê yekê ev doz doza Kurdan, jinan, xizanan, yên tune hatine hesabandin û doza bi hezaran kesên hatine kuştin e."(AO/RT/AY)