*Fotog: Deysem Siti/medyaya penaberen
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê yê ji Polîtîkayên Hiqûq û Edaletê berpirsiyar e, Mûstafa Yeneroglûyî pirsnameyek derbarê kuştina 3 ciwanên Sûriyeyî ya li Îzmîrê de pêşkêşî Parlamentoyê kiriye.
Yeneroglûyî pirsên xwe arasteyî Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Hundir kiriye û wiha gotiye: “Tê îdiakirin ku êrîş bi sedemên nîjadperestî pêk hatiye, bang li Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê û malbata sûriyeyiyên ku can dane kirine û ji bo bêdeng bimînin hatine hişyarkirin. Saziyên fermî heta niha li ser mijarê ti tiştek nehatiye gotin. Divê bûyer ji hêr helî ve were ronîkirin.”
Yeneroğlûyî ev pirs arasteyî Soylûyî kirine:
- Gelo rast e ku beriya bûyerê ji Emniyetê re hatiye gotin, "Wê ew der bişewite, ew sûriyeyî wê îro bimirin" û polîsan dest bi şopandina gumanbarî kiriye?
- Ger ev îdia rast be, gelo çima ev encama ku derketiye holê, nehatiye astengkirin?
- Ger ji Emniyetê re hatibe gotin û emniyet li pey neketibe, gelo ji bo çi demildest tedbîrên bergiriyê nehatine girtin?
- Gelo lêpirsîn ji bo kuştina 3 sûriyeyiyan destpê kiriye yan na? Ger destpê kiribe, di çi qonaxê de ye? Gelo fezleke hatiye amadekirin? Ger lêpirsînê destpê kiribe, girîngî dane wî tiştî ku dibêjin sûc bi sedemên nîjadperest hatiye kirin?
- Gelo rast e ku wê şeva 3 ciwanên sûriyeyî hatine şewitandin, wezîfedarên kargehê ji emniyetê re gotine, agir ji ber sobeya elektrîkê derketiye? Ger rast be dibe ku îhtimal hebe dixwazin ser bûyerê bigirin û ji bo vê îhtimalê lêpirsîna van kesan hatiye kirin yan na?
- Gelo rast e ku bang li malbatên ciwanên sûriyeyî kirine û ji wan re gotine, bêdeng bin?
Çi bûbû: Li Guzelbahçeyê, navçeya Îzmîê di 16ê Çiriya Paşiyê de êrîşkarekî agir bi mala 3 karkerên sûriyeyî xistibû. Di encamê de Mamoun al-Nabhanê 23 salî, Ahmed Al-Aliyê 21 salî û Muhammed el-Bishê 17 salî hatibûn kuştin.
Komeleya Medyaya Penaberan îfadeya êrîşkarî ya li qereqolê dabû aşkere kiribû ku gotiye, wî "bi armancên netewperestî qetlîam kiriye."(RT/FD)