Fotograf: Çiçek Tahaoglû / bianet (Arşiv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nevîn Yildirimê di 28ê Tebaxa 2012yan de li Gundê Korukayayê yê Yalvaçê, yê navçeya Ispartayê, bi sedema ku gelek caran êrîşa zayendî lê kiribû, Nûrettîn Gîder kuştibû. Serê wî jê kiribû û avêtibû meydana gund. Yildirim heman rojê hatibû desteserkirin û piştî bi rojekê ew xistibûn Girtîgeha Tîpa Eyê ya Ispartayê.
Yildirim ji ber êrîşa zayendî ducanî mabû û di 17ê Çiriya Paşiyê de zarokeke keç anîbû cîhane. Dadgeha Cezayê Giran a Yalvaçê di 25ê Kanûna Paşiyê ya 2015an de cezayê miebetê li Yildirimê birîbû.
Bixwîne - Parêzerên feminîst doza Nevîn Yildirimê biriye Dadgeha Destûrî
Parêzerên Yildirimê dosyeya wê biribûn ber destê Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind di 14ê Îlona 2017an de dosyeya wê nirxandibû. Dadgehê gotibû ku di bicihanîna rêzikan de kêmasî heye û divê Yildirim careke din were dadgehkirin.
Dadgeha Cezayê Giran a Yalvaçê li gorî biryara Dadgeha Bilind careke din Yildirim dadgeh kiribû û di sala 2018an de bi tohmeta ku “bizanebûn kesek kuştiye” cezayê mibetê li Yildirimê birîbû.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind li dijî biryara dadgehê derketibû û xwestibû cezayê Yildirimê were kêmkirin.
Li gorî nûçeya Mevlut Hasgulî ya di rojnameya Sabahê de hatiye weşandin, Lijneya Giştî ya Cezayan a Dadgeha Bilind cezayê miebetê yê li Yildirimê hatiye birîn, qebûl kiriye.
Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku liv û tevgereke neheq a failî li beramberî bersûcê nebûye û bersûcê bi xwesteka xwe têkilî bi kuştiyî re daniye. Ji ber wê jî ne mimkun e cezayê wê kêm bikin. (EMK/FD)