Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Navnîşana tûndkarî û nefreta homofobîk vê carê jî li Şîşliya Stenbolê bûye. B.K. ku li Kûrtûlûşê dijî di şeva roja Şemiya 11ê Kanûna Pêşiyê de piştî ku hevalê/a xwe li mal bi rê dike, bi hatine deng û şemateyê ve diçe ber paceyê û dibîne ku komeke qerebalix ku ji mêran pêk hatiye êrişî hevalê/a wî/wê dike.
“Dijûnên zayendpêrestî û homofobîk hat kirin”
B.K. tiştên ku bi serî de hatiye ji KaosGL.orgê Yildiz Tarê re vegotiye. B.K. diyar kiriye ku ew rûbirûyê êrişekî nefretê ya organîzekirî hatine û weha gotiye:
“Di saet 1.00ê şevê de min hevala/ê xwe bi rê kir. Piştî demekê min bîhîst ku ji derve deng tên. Dema ez çûm ber paceyê min dît ku komeke qerebalix êrişî hevala/ê min dikin. Hevala/ê xwe xilas kir û revî. Dema ez bi wê tirsê tevizîbûm, cîranê min yên qatê xwarê qeriya ser min. Got, ew ê dora te jî were û dest bi dijûnên zayenperestî û homofobîk kir.”
“Min pace girt û perde kişand ber, ceyran vemirand. Çûm pişt derê malê û di kuna derî de min mêzekir, dengê revê tên. Min derî kilît kir û ez çûm odeya dawî yê. Di wê kêliyê de hê jî li ber derê min deng dihatin.”
Li gorî rapora Sûcên Nefretê yên Ji Ber Transfobî û Homofobî yên Li Tirkiyeyê Pêk Tên ya 2019an ya Kaos GLyê sûcên nefretê li qadên giştî û li ber çavên şahidan pêk tên.
Li gorî raporê ji 150 bûyerên sala 2019an jê 41 ango ji çaran yekê bûyeran faîlan wan ji sê kesî zêdetir in.
(EMK/AY)