Fotograf: Jin News
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Jinan ji bo 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundkariya li Jinan çûne Goristana Sîsê ya li navçeya Licê ya Amedê. Polîs û cendermeyan jin asteng kirine.
Li gorî nûçeya Jin Newsê, polîs û cendermeyan li ser rêya goristanê barîkat danîne. Wan destûr nedane koma winan ku endamên Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirina ya Di Navenda Şaristaniyê de (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, Remzîye Tosûn jî di nava wan de bûye.
Polîsan destûr nedane nûçegîhana Jin Newsê, Derya Ren û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê, Eylem Akdag bernameyê bişopînin û dest danîne ser kamerayên wan.
Cenderme û polîsan destê xwe xistine qirika Renê û xwestine kameraya wê ji stûyê wê derxin. Her weha polîsan bi çekên xwe Eylem Akdag jî dehf dane.
Gefa desteserkirinê li wan xwarine
Piştî ku polîsan dest danîne ser kamerayên wan, her du rojnamegeran bi telefonên xwe yên bêrîkan xwestine vîdeoyê bigirin. Polîsan careke din ew asteng kirine û polîsekî ji wan re gotiye, “Ez dizanim hûnê van vîdeoyan ji kê re bişînin.” Her weha gefa desteserkirinê li her du rojnamegeran xwarine.
Remziye Tosûn, parlamentera HDPyê bertek nîşanî vê rewşê daye û gotiye, karê ew dikin ne hiqûqî ye. Ji ber ku derb li Tosûnê dane, milên wê şîn bûye. Tosûnê kamerayên rojnamegeran ji polîsan standiye û heyet ji herêmê çûye.
Heyetê çûye li gundê Fîsê civîna çapemeniyê li dar xistiye. Li vir endama MEBYA-DERê, Raziye Işıktaşê bertek nîşanî astengkirinê daye. (KÖ/FD)