Fotograf: Medya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çîlem Doganê ji ber ku Hasan Bûlût karkeriya seksê li wê ferz kiribû, tûndkarî lê kiribû û ji bo ku nemire ew kuştibû. Ji ber vê ji Doganê re 15 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn. 1em Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind cezayê ku ji Doganê re hatibû xwestin, pesend kiriye.
Çîlem Dogana ku li Edeneyê dijî, di 8ê Tîrmeha 2015an de hevjînê xwe Hasan Karabûlûtî ku tûndkarî li wê kiribû, karkeriya seksê lê ferz kiribû bi çeka wî li odeya razanê kuştibû. Piştre xwe radestî polîsan kiribû.
Çîlem Dogana ku hatibû girtin bi daxwaza cezayê muhebeta girankirî li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê dihat dadkirin. Dadgehê 15 sal cezayê girtîgehê li Doganê biribû.
Parêzerê Dogane ji bo ku muwekîla wê bi şertên kontrola edlî yên guncaw were berdan serî 10em Dadgeha Cezayê Giran dabû. Desteya Dadgehê di 20 ê Hezîrana 2016'an de bi kefaleta 50 hezar TLyî Çîlem Dogan serbest berdabû.
"Ji bo ku nemiriye hatiye cezakirin"
Dosyeya Doganê ji bo Dadgeha Bilind hatibû şandin û dadgehê aşkere kiriye ku wan cezaya Doganê pesend kiriye. Dogan ji ber cezayê wê yê 15 sal hatiye erêkirin wê carekî bikeve girtîgehê.
Ji parêzerên dozê Sevîl Araci, biryara dadgehê li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekiriye û gotiye, “Bi vê biryarê re Çîlem Dogan bûye yek ji jinên ku ji bo nemirine, hatiye cezakirin”
Çi bûbû?
Ji mehên destpêkê yên zewaca Çîlem Doganê û pê ve tevgerên tûndkar li Çîlem Dodanê hatibû kirin. Zewaca çîlemê du salan dom kir. Çîlem Doganê gelek caran giliya mêrê xwe li navenda polîsan kiribû. Neh caran ji bo wê biryara parastinê hat dayin. Li ser mêrê xwe 6 doz da dest pê kirin.
Dema Çîlem hatî girtin wê gotibû ‘’ma her jin ê bêne kuştin’’ bi van gotinên xwe û bi nivîseka li ser tîşortê xwe ya ‘’ Dear Past: Thanks for all the lessons. Dear Future: I am ready (dema min a borî ya delal, ji bo hemî dersên te dayîn min mala te ava be. Delala dema bê, ez amade me.’’ )
Heştê Hezîrana 2016ê Dadgeha Cezayên Giran a Adanayê ya 10. biryar da Çîlem Dogan heta hetayê di girtîgehê de bimîne. (EMK/AY)