Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) rapora xwe ya derbarê Tirkiyeyê ya sala 2021an de aşkere kiriye.
Komîsyona YEyê wiha gotiye: “Di dema ku rapor dihate nivîsandin de, digel biryardariya wê ya derbarê hedefa beşdariya YEyê de, hikûmeta Tirkiyeyê ji bo vê rewşa ber bi xirabtirbûnê ve diçe, neguherandiye. Bersiva metirsiyên cidî yên YEyê yên li ser xirabtirbûna rewşa demokrasî, serweriya hiqûqê, serxwebûna darazê, demokrasî û mafên bingehîn de nedaye. Di gelek waran de bi paş de diçe.”
Komîsyonê diyar kiriye ku di gelek karên saziyên demokratîk de kêmasiyên mezin hene û di dema amadekirina raporê de paşdeçûna demokratîk û dubendiya siyasî ya kûr dewam kiriye, her daîm zext û zor li ser civaka sivîl heye.
Komîsyonê her weha biryara Konseya Karûbarên Giştî ya YEyê ya di Hezîrana 2019an de daye bibîr xistiye ku di wê biryarê de gotibû, pêvajoya beşdarbûna Tirkiyeyê ya YEyê li ser seknê ye û wê ti sernavên nû yên gotûbêjan venebin. Komîsyonê di vî beşî de gotiye ku YE dixwaze “qonax bi qonax, bi pîvan û bi rengê rêya vegerê jê re hebe” bi Tirkiyeyê re kar bike.
Rapora Komîsyonê ji 128 rûpelan pêk hatiye û hinek sernavên derketine pêş wiha ne:
Mafên mirovan
- Rewşa xirab a di mijara mafên mirovan ên bingehîn de dewam kiriye.
- Gelek tedbîrên di dema Rewşa Awarte de hatibûn girtin, hîna jî pêk tên.
- Îdîayên pêbawer û cidî yên derbarê îşkence û kiryarên xirab de hîna tên rojevê. Li gorî raporan îşkence li navendên desteserkirinan, li girtîgehan û navendên desteserkirinê yên ne fermî, her weha li kolanan û gelek caran jî di dema xwenîşandan û civînan de pêk tên. Bi taybet di dema protestoyên Zanîngeha Bogaziçiyê û Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan de kiryarên xirab hatine kirin û hêza zêde hatiye bikaranîn.
Mafên jinan û LGBTI+yan
- Ji ber Tirkiyeyê Peymana Stenbolê betal kir, metirsî xurtir kirine.
- Tundkariya zayendî, cidakarî, gotinên nefretkirinê yên li dijî kêmnetewan û bi taybet jî kesên LGBTI+yan hîna jî sedema metirsiyên cidî ne.
Azadiya çapemeniyê
- Li gorî texmînan nêzîkî 60 rojnameger girtî ne.
- Di sala 2020an de herî hindik 48 rojnameger desteser bûne, li ser hev 103 sal cezayê girtîgehê li 23 rojnamegeran birîne.
- Heta Kanûna Paşiyê ya 2021an, ango di du sal û nîvê dawiyî de jêpirsîna herî hindik 353 rojnamegeran hatiye kirin.
- Di sala 2020an de doz herî hindik li 53 rojnamegeran hatiye vekirin. Ji ber karên dikin, êrîş û gefxwarinên li ser rojnamegeran dewam kirine.
Daraz
- Weke di dozên derbarê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavalayî de, Tirkiyeyê biryarên DMMEyê red kirine û vî tiştî hiştiye ku metirsiyên derbarê girêdana darazê ya bi standartên navnetewî û Ewropayê de zêdetir bibin.
- Paşketina di warê sîstema darazê de ya ji 2016an û vir ve bi awayekî cidî dewam dike.
- Kêmasiya sîstematîk a serxwebûna darazê û metirsiyên ji ber zextên li ser dadwer û dozgeran dewam dikin.
Pirsgirêka kurdan
- Di rêya gihîştina çareseriyeke aştiyane û domdar de hewldanên ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya siyasî nînin.
- Parlamenter jî di nav de nêzîkî 4 hezar endam û rayedarên HDPyê hîna de girtîgehan de ne û her weha Dadgeha Destûra Bingehîn îdianameya ku dixwaze HDP were girtin, qebûl kiriye.
Zexta li ser mixalefetê
- Dewamkirina li ser şaredarên partiyên mixalif, demokrasiya xwecihî lawaztir kiriye. Şaredarên mixalif bi lêpirsînên îdarî û darazî re rû bi rû mane.
(KÖ/FD)
*Çavkanî: BBC Tirkî, DW Tirkî û AA
Ji bo tevahiya raporê bitikîne