Fotograf: Evin Arslan / csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentoya Moldovayê Peymana Stenbolê pejirandiye. Navê peymanê yê dirêj “Peymana Konseya Ewropayê ya Derbarê Pêşîlêgirtina Tundkariya li Jinan û Tundkariya li Nava Malê û Têkoşîna li Dijî Van” e.
Peyman bi 54 dengên Partiya Çalakî û Piştgiriyê hatiye pejirandin.
Pêvajoya îmzekirina Peymanê di 11ê Gulana 2011an de li Stenbolê dest pê kiribû û Tirkiye yekem welat bû ku ev peyman îmze kiribû. Peyman di 1ê Tebaxa 2014an de ketibû meriyetê. Tirkiye di 20ê adara 2021an de bi Biryara Serokomariyê ji Peymana Stenbolê derketibû.
Bloka Komunîst û Sosyalîstan protesto kiriye
Parlamenterên Bloka Komunîst û Sosyalîstan li dijî peymanê derketine û nexwestine were qebûlkirin. Her weha di dema dengdanê de ji salona Parlamentoyê derketine. Ji Partiya Şorê 3 parlamenteran jî li dijî pejirandina Peymanê deng dane.
Igor Dodon, Serokê Partiya Sosyalîstan di 26ê Nîsanê de li kanaleke televizyonê axivîbû û gotibû ku ew ê destûra pejiranidana peymanê nedin: “Ev belgeyeke navnetewî ye û dema welatek peymanê îmze dike, li gel jin û yên din, hinek berpirsiyariyên din ji bo mafên kêmarên zayendî jî dide ser milan. Ji bo ev peyman neyê pejirandin, çi ji destê me were, em ê bikin.”
Raportorên çavdêriyê yên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM), ji bo berhevkirina daneyan serdana Kişinevê kirine û ji ber pejirandina peymanê Komara Moldovayê pîroz kirine. (AÖ/FD)
*Çavkanî: https://www.zdg.md, https://www.coe.int/