Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îdîanameya derbarê Onur Gencerî de hatiye amadekirin, ji aliyê 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hatiye qebûlkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê îdîanmeya amade kiriye û di îdîanameyê de derbarê kujer Onur Gencerî de, cezayê muebeta girankirî û 7 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin.
Her weha balkêşe ku di îdianameyê de cîh daye rewşa derûnî ya Gencerî. Onûr Gencerî di demên borî de bi nexweşiyên psîkolojîk hatiye tespîtkirin.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku "Ti kesê ku alîkarî daye bersûc, pêdabe kirin, beriya bûyerê, di dema bûyerê an jî piştî bûyerê de nehatiye dîtin û delîlên ku bersûc beriya bûyerê yan jî piştî bûyerê bi ti rêxistineke terorîstî an jî endamekî re têkiliyê deyne, nehatiye dîtin."
Di lêkolîna HTSê de hatiye diyarkirin ku di navbera 17ê Hezîrana 2020an û 17ê Hezîrana 2021an de li Bûlvara Helbestvan Eşref di dîrokên cuda de bi giştî 115 sînyalên aîdî bersûc hatine tespîtkirin. Herêma ku bersûc lê hatiye tespîtkirin û 24 caran çûye wê herêmê.
Di beşa encamê ya îddianameya ku ji aliye 6em Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hatiye qebûlkirin de ji bo kujer Onûr Gencerî di sê sûcên cûda de yên weke “kuştina plankirî”, “binpêkirina parêzbendiya cîhê kar” û “zerar dayîna kel û pelên partiyên siyasî ango saziyên pîşeyî” ceza hatiye xwestin.
Çi bûbû?
Kesekî bi navê Onûr Gencer, di 17ê Hezîranê de bi çekê êrîşî avahiya HDPyê ya Îzmîrê. Di dema êrîşê de xebatkara partiyê, Denîz Poyraz kuştibû.
Gencer piştî êrîşê bi rojekê hatibû girtin. Gencerî di îfadeya xwe de gotibû, “Li hundir kî heba wê ew bikuştana.”
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotibû, “wê rojê dê civînek li dar biketa lê ew hatiye taloqkirin.” Raya giştî bertek nîşanî kuştina Poyrazê dabû. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê piştî êrîşê bi du rojan axivîbû. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê Denîz Poyraz tohmet kiribû.(EMK/AY)