Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di dema merasîma xelatdayînê ya Festîvala Fîlman a Pirteqala Zêrîn a Antalyayê de, Tamer Karadagliyî, “Baştirîn Xelata Lîstikvanê” pêşkêşî lîstikvan Nîhal Yalçinê kiribû. Di vê dema pêşkêşiyê de di navbera Karadagli û Yalçinê de nîqaş çêbûbû. Karadagliyî derbarê mijarê de bi Tûba Kalçik, nûçegîhana rojnameya Sabahê axiviye û bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke kanala TV8ê bûye.
Karadagliyî di hevpeyvîna xwe ya Sabahê de wiha gotiye:
“Em mezin dibin, her temen zêde dibe, em hin tiştan cidatir dinirxînin. Di dema ciwaniyê de ji bo em behsa xwe bikin, em gelekî hewl didin lê êdî em gelekî guh nadênê. Ez ne mecbûr im ku bersiva hemû tiştên rojnamegeran nivîsandiye, gelek caran jî ji xwe ez nadim. Lê dema gelekî rencdar be, ez daxuyaniyê didim. Dema yê/a li beramberî te ji te hez neke an jî pêşdaraz bi tu çi bikî jî tu nikarî nêrîna wî/ê ya li ser xwe biguherînî. Ji ber wê jî ez zêde guh nadêm nivîs û nûçeyên derbarê min de hatine weşandin.”
Gotinên nîjadperest bikar aniye
Karadagli di bernameya kanala televizyonê, TV 8ê de wiha axiviye:
“Piştî kampanyeya lînckirinê dest pê kir, ez rojekê li bende sekinîm. Paşê zêde bû. Pervîn Bûldan xwedîtî lê kir. Xuya ye hin kesên din jî lê xwedî derketine. Ez bi tenê bi nêrîna hunerî lê dinêrim, min ji hêla polîtîk ve nenirxand.
“Jê pirsî ne, ‘Ger cara dawiyê tu bikaribî tweetekê binivîsî, tê çi binivîse?’. Xatûyê gotiye ‘Ji Selahattîn Demîrtaşî re Azadî’. Demîrtaşî çi got. Got ‘Em ê peykerê Ocalanî deynin.’ Xatû vê diparêze?
“Ji nişkê ve parlamenterên HDPyê xwedî lê derketin. Bûldan, Kaftancioglû xwedî lê derdikevin. Sekna min jî diyar e ya wê jî. Li gorî baweriya min PKK rêxistineke terorê ye. Divê em ji wan bipirsin. Ka gelo wê bikaribin bibêjin Ocalan serterorîst e.”
Kaftancioglûyê bersiv daye
Canan Kaftancioglû, Seroka Rêxistina Stenbolê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Bersiva pirsê erê ye lê min têkiliya wê bi mijarê re fam nekir… Sendroma ‘mêrê tirsonek’ yê xwe dixe paş gotinên jiberkirî û dixwaze girseyê li dora xwe kom bike… Ez sekna te nizanim lê bi vî şiklî asta zekaya xwe diyar kiriye:).“
Çi bûbû?
Dema ku Nîhal Yalçinê xelata xwe werdigirt, Tamer Karadagliyî liv û tevgerên zayendperest nîşan dabû.
Karadagliyî di dema axavtina Yalçinê de gelek caran li saeta di destê xwe de nêrîbû. Rû û rûçikê wî guherîbû. Dema Yalçinê spasiya hevalên xwe yên ekîbê dikir, Karadagliyî xelat dirêjî wê kir.
Dema temaşevanan li çepikan dida, Yalçinê gotibû “Kê xelat da min?”. Paşê li Karadagliyî zîvirî û jê re gotibû, “Te ji min re got, hiş be? Tu ji min re dibêjî, êdî hiş be?”. Karadagliyî jî gotibû, “Ji bo tu tevlî xelata xwe biaxivî”. (EMK/FD)