Fotograf: cinselgorselarsiv.org/Meltem Ulusoy
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
HIŞYARÎ: Ev nûçe derbarê tundkariyê de ye. Her çend hûrgilî tê de nebin jî, behsa tiştên ku qewimiye dike. Dibe bandorê li wan kesan bike ku berê tundkarî, cidakarî li wan bûye, gotinên nefretkirinê li dijî wan hatine bikaranîn an jî bûbûn şahidê van tiştan û travmayê bi wan re çêbike. Ger rewşeke wisa çêbibe, tu dikarî serî li derûnasekî/ê bidî, peywendiyê bi saziya LGBTI+yan a li bajarê xwe re çêbikî yan jî ji Komeleya 17ê Gulanê re binivîsî.
Harûn Sarikaya, di 2ê Adarê de li Şîşliyê, navçeya Stenbolê bi çekê gef li Asel Oktay, jina trans xwaribû û êrîşa zayendî li wê kiribû. Asel Oktay, ji mala xwe reviyabû û xwe spartibû polîsan. Êrîşkar hatibû desteserkirin.
Digel biryara parastin û tedbîrê, Harûn Sarikaya serbest bûbû. Ji ber sûcên êrîşa zayendî, gefxwarin û heqaretê doz li Sarikayayê vebûbû. Doz duh (13ê Îlona 2021an) li 8em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye. Di vê danişîna sêyem de dozgerî nêrîna xwe aşkere kiriye.
Dozgerî xwestiye ku Sarikaya ji ber sûcê êrîşa zayendî, gefxwarin û heqaretê beraet bike. Ji ber ku bi çeka bêdestûr gef li Oktayê xwariyê, xwestiye were cezakirin. Doz wê di 11ê Çiriya Pêşiyê dewam bike.
Rapora Tiba Edlî: Piştî travmayê stres pê re çêbûye
Li gorî nûçeya Yildiz Tarê ku di Kaos GLyê de weşiyaye, dozger bi îdiaya ku “delîl têrê nakin” xwestiye Sarikaya serbest bibe. Lê rapora Beşa Tiba Edlî ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê, piştî travmayê stres bi Asel Oktayê re çêbûye û bandora bûyerê careke din li ser wê çêbûye û bi zehmetê ketiye odeya xwe.
Rapora tipa edlî diyar kiriye ku nebûna şopên fizîkî, bi tena xwe ji bo redkirina tundkariya zayendî têrê nake. (EMK/FD)