Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
600 roj di ser windabûna Gulistan Dokû, xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê re derbas bû. Dokû di 5ê Kanûna Paşiyê ya 2020an li Dêrsimê winda bûbû.
Dêrsim bajarekî biçûk e û ji ber “ewlehiyê” gelek polîs lê hene û çar hawirê Dêrsimê bi kamerayan tê kontrolkirin. Digel vê rewşê Dokû nehatiye dîtin, ev rewş bûye sedema bertekan.
Zainal A. û Engin Y. bavê wî yê polîs ji windabûna Gulistanê berpirs in lê her dû jî nehatine girtin û derbarê wan de ti karekî yasayî nehatiye kirin.
Li gorî nûçeya Gulistan Azakê ya li JinNewsê hatiye weşandin, Alî Çîmen, parêzerê Dokûyê gotiye ku lêpirsîn piştî betalkirina Peymana Stenbolê hatiye sekinandin.
Elîf Tîrenç Îpek, rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê jî gotiye, “Ji ber lêpirsîneke bibandor nakin û weke ku wê xwe kuştibe nêzîk dibin. Ev e sedema herî mezin a nedîtina Gulistanê.”
“Xwe têxin şûna me”
Aygul Dokû, xwişka Gulistan Dokûyê li ser hesabê xwe yê Twitterê bang kiriye û xwestiye Gulistan were dîtin. Aygul Dokûyê di mesaja xwe de gotiye “Xwe têxin şûna me.” (EMK/FD)