Fotograf: csgorselarsiv/Şehlem Kaçar
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Derbarê mirina Eda Nûr Kaplana ku li Enqereyê xwe kuştibû de pêşkevtinên nû çêbûye. Li ser îtiraza dozgeriyê Yûsûf G.yê ku êrişa zayendî li Eda Nûr Kaplanê kiriye, hatiye girtin.
Gumanbar Yûsûf G.yê ku bi iddiaya êrişa zayendî li Kaplanê kiriye, hatibû desteserkirin û piştre serbest mabû. Li ser îtiraza dozgeriyê Yûsûf G. hatiye girtin.
Mehmet A., gumanbarên din jî dîsa hatiye desteserkirin. Eda Nûr pêş ku xwe bikuje diyar kiribû ku ji aliyê du kesan ve rastî êrişa zayendî hatiye û gilî kiribû.
Eda Nûr Kaplan ku 18 salî bû, di 7ê Tebaxê de ji dayîka xwe re peyam şandibû û gotibû, “Keça te ya piçûk êdî hin tiştan ranake. Keça te gelek bikaranîn” Kaplanê piştî peyamê li navçeya Çankayayê di pencereya mala ku ew û xwişka lê dijîn de xwe avitiye û miriye.
(EMK/AY)