* Fotograf: Feriq Fereç - Emrah Yorulmaz / AA (Arşîv)
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo salvegera komkujiya Êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Tulay Hatîmogullari, Cîgira Hevseroka Giştî û Berpirsa Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDPyê di daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê kiriye komkujiyê weke jenosîdê nas bike û “Maf û ewlehiya Êzidiyên ku bi neçarî ji welatê xwe hatine bidûrxistin, misoger bike, nas bike.”
“Em jenosîda Êzidiyan jibîr nakin”
Daxuyaniya HDPyê wiha ye:
“Di ser Jenosîda Êzidiyan re 7 sal derbas bûn. Çeteyên DAIŞê 7 sal berê di 3ê Tabaxa 2014an de jin, mêr, zarok di nav de ji 5 hezaran zêdetir Kurdên Êzidî li Şengalê qetil kirin. Bi hezaran kes ji axa ya qedîm hatin koçberkirin, jin û zarok di nav de xisareke mezin, karesateke mirovî li ber çavên cîhanê li dîroka Êzidiyan hat zêdekirin.
“Êrişa ku ji aliyê çete û hovên DAIŞê ve li Şengalê hate kirin, di hişûbîra civaka Êzidiyan de wek rûpeleke tarî û wek fermana 74an cihê xwe girt. Li Mezopotamyayê Kurdên Êzidî di dîroka xwe de her tim rastî zilm, koçberî, sirgûn, komkujî û silsileya fermanan hatiye. Êrişa 3ê Tebaxa 2014an di 15ê Hezîrana 2016an de ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek jenosîd hate naskirin û ragihandin.
”Êzidî 74 caran rastî ferman û komkujiyan hatin”
“Gelê me yê Êzidî heta niha 74 caran rastî ferman û komkujiyan hat, lê bi têkoşîn û berxwedanê çanda xwe, zimanê xwe parast, bi pêş xist, li dewlemendiyên xwe xwedî derket. Êrişa 2014an ji aliyê NYyê ve wek jenosîd hate naskirin, lê Tirkiye hê jî vê karesatê û êrişê wek jenosîd nas nake û bi ser de her car êrişî Şengalê dike. Divê Tirkiye jî vê komkujiyê wek jenosîd nas bike, maf û ewlehiya Êzidiyên ku bi neçarî ji welatê xwe hatine bidûrxistin, misoger bike, nas bike. Divê nasname û baweriya Êzidiyan bê parastin, tedbîrên yasayî bên wergirtin. Divê hemû sazî û dezgeh û raya giştî ya cîhanê hewl bide da jinên Êzidî yên ku hê jî wek kole li bazaran tên firotin, bên rizgarkirin.
“Di 7emîn salvegera wê de em Jenosîda Êzidiyan, hovîtiya li Şengalê, wehşeta DAIŞê û piştgirî û hevkariya devletên deverê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Em jin, mêr, zarok, pîrejin-kalemêr, hemû qurbaniyan bi rêzdarî û bi xemgînî bi bîr tînin. Bi boneya vê rojê, em li dijî komkujî û jenosîdan, banga bilindkirina têkoşînê li temamî mirovahiyê dikin.”
Çi bûbû ?
DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrişî Şingalê kiribû. Di encama êrişê de bi hezaran kurdên êzidî yên sivîl hatibûn kuştin û bi hezaran jî koçber bûbûn. Di êrişê de 6 hezar jin û zarokên Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û 400 hezar jî koçber bûn. Heta niha jî bi hezaran zarok û jin wenda ne û rewşa wan ne diyare. (FD)