Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koalîsyona Jinan a Di Rojnamegeriyê De (CFWIJ) daneyên tundkariya li ser rojnamegerên jin ên sala 2021an aşkere kiriye. Li gorî van daneyan,
- Ji destpêka sala 2021an heta niha li Tirkiyeyê polîsan tundkarî li herî hindik 44 rojnamegerên jin kirine.
- Ji ber karên wan ên rojnamegeriyê polîsan girtine ser malên sê rojnamegerên jin û ew desteser kirine.
- Polîsan 13 rojnamegerên jin dema li derve bûyer an jî çalakî dişopandin hatine desteserkirin. Li gel van bûyeran polîsan di dema şopandina nûçeyan de dev avêtine gelek rojnamegeran û tundkarî li wan kirine.
Di dema bîranîna Qetlîama Pirsûsê de polîsan midahele li rojnamegeran kirine ku bîranîn dişopandin. Di vê çalakiyê de heşt jê rojnamegerên jin, gelek rojnameger bi gaza rondikrij û guleyên plastîk birîndar bûne.
Koalîsyonê kampanyayek daye destpêkirin
CFWIJê li dijî tundkariya polîsan a li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe kampanyayek daye destpêkirin. Kampanya bi sernavê “Bila tundkariya polîsan a li ser rojnamegeran bidawî bibe” wê birêve biçe. Koalisyonê ev zanyarî dane:
“Li Tirkiyeyê îsal hema hema her roj polîsan tundkarî li rojnemgerên jin kirine. Li gor daneyên ku me par tomar kirine, tundkariya polîsan a li ser rojnamegerên jin îsal ji sedî 158,82 zêdetir bûye. Polîs li qadên ku rojnamger ji bo nûçeyan diçinê, tundkariya laşî û devkî li wan dikin û gefê li wan dixwin.”
Koalîsyonê bi hashtaga #GüvendeDeğiliz (Em ne di nava ewlehiyê de ne) kampanyayek daye destpêkirin û xwestiye ku piştgiriya wan bê kirin. (AÖ/FD)