Fotograf: csgorselarsiv/Jivan Güner
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
HIŞYARÎ: Ev nûçe derbarê tundkariyê de ye. Her çend detay nehatibin nivîsandin jî behsa serpêhatiyan dike. Dibe bandorê li wan kesan bike ku berê tundkarî û cidakarî li wan hatiye kirin, gotinên nefretkirinê ji wan re gotibin an jî bûne şahidên van bûyeran. Dibe bandoreke trawmatîk li wan bike. Di rewşeke wiha de hûn dikarin serî li dêrûnnasekî bidin ku dibe alîkariya we bike, li bajarên hûn lê ne peywendiyê bi saziyên LGBTI+yan re çêkin an jî ji bo piştgiriyê ji Komeleya 17ê Gulanê re binivîsinin.
Duh (25ê Tîrmehê) li Harbiyeya Stenbolê êrîşkarekî pêşiyê gotinê avêtiye jina trans Beren Ecmel û hevala wê Asyayê û paşê bi amhureke birrînê êrîş kiriye.
Li gorî nûçeya ku Kaos GLyê weşandiye, Ecmel birine nexweşxaneyê û ew derman kirine. Hevala wê Asyayê vîdeoyek weşandiye û gotiy, dema ew 17 salî bû madeyek avêtine rûyê wê û rûyê wê şewitandine. Asyayê wiha dewam kiriye: “Rûyê hevala min qul kirin. Bêyî ku tiştek hebe êrîş kirin. Em mirov in, zerarê nadin ti kesî. Em êdî mafên xwe dixwazin, edaletê dixwazin. Em mirov in, zerarê nadin ti kesî.”
Li gorî zanyariya ku hevaleke din a Ecmelê daye, ji bo li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin wê îro gilî bikin. (EMK/FD)