Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji Komîsyona Lêkolînê ya Tûndkariya Li Dijî Jinan ya Meclîsê vekişiya ye.
Piştî ku Partiya Gel a Komarî(CHP), ÎYÎ Partî û HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tûndkariya Li Dijî Jinan vekişiyan, di komîsyonê de bitenê endamên Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) û Partiya Tevgera Netewperest(MHP) man in.
Parlamenterên Jin yên HDPê piştî vekişandinê li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk aniye.
Fîlîz Kerestecîoglû, Parlamentera Enqereyê ya HDPê di civînê de axiviye û weha gotiye:
“Em weke HDP sedema mayîna me ya di Komîsyona Lêkolînê ya Tûndkariya Li Dijî Jinan de heta niha ew bû ku em biryara betalkirina Peymana Stenbolê bi şûn ve bide kişandin bû. Bi heman awayî me xwest ku hebûna me rê bidin rêxistinên jinan ku werin komîsyonê û gotinên xwe bibêjin.”
“Lê belê duh biryara şûraya dewletê jî da ravekirin ku ew ê dest ji betalkirina Peymana Stenbolê bernedin.”
Ji ber vê yekê ji îro pê ve em di Komîsyona Lêkolînê ya Tûndkariya Li Dijî Jinan de nîne.
(EMK/AY)