Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Duh( 28 Hezîran) malên ku jinên trans lê dijîn yên li Kolana Kuçuk Bayram û Kolana Bayram a Stenbolê ji aliye polîsan ve hatine morkirin.
Li nûçeya Kaos GLyê herî kêm 3 mal hatine morkirin. Polîsan biryara valakirina malan tenê bi telefonê nîşanî kesên ku li malan dijîn dane û ji bo valakirinê li benda parêzeran neman. Ekîbên polîsan aktîvîstên ku ji bo piştgiriyê bidin jinan çûne Kolana Kuçuk Bayramê hişyar kirine û gotine kom nebin.
Kerem Dîkmen, Koordînatorê Hiqûqê yê Kaos GLyê diyar kiriye ku tişta hatiye kirin li dijî hiqûqê.
Li Kolana Kuçuk Bayramê mor rakirine
Komîteya 29emîn Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan ya Stenbolê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye ku li Kolana Kuçuk Bayramê mor rakirine û di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
“Malên ku 2 roj piştî Meşa Rûmetê îro di saet 17.00an de hatin morkirin, bi berxwedana jinên ku li kolanê dijîn û bi piştgiriya parêzer û aktîvîstan dîsa vebûn.”
Komîteya 29emîn Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan ya Stenbolê destnîşan kiriye ku ne tesadif e ku morkirina malan piştî Meşa Rûmetê pêk hatiye.
(KO/AY)