*Liana Georgi, hunermend almanyayî di dema 19em Meşa Rûmetê ya Stenbolê de li pêşiya polîsan meşiyaye. Fotograf: Açık Radyo
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê 19em Meşa Rûmetê ya Stenbolê û tundiya ku polîsan kiriye de daxuyaniyek weşandiye. Komeleyê diyar kiriye ku Peymana Stenbolê ya ji bo LGBTI+yan û jinan li dijî tundkarî û cidakariyê biparaze hatibû îmzekirin, di şevekê de rakirine û vê jî hiştiye “mirov bibin hedefa tundiyê.”
Di 26ê Hezîranê de li Kolana LGBTI+yan xwestibû li Kolana Mîsê Meşa Rûmetê pêk bînin lê polîsan midaxele li wan kiribû û di encamê de gelek kes bi îşkenceyê hatibûn desteserkirin.
Komîsyona Jinan a ÎHDyê bi kurtasî wiha gotiye:
“Diyar kirine ku Peymana Stenbolê ya ji bo LGBTI+yan û jinan li dijî tundkarî û cidakariyê biparaze hatibû îmzekirin, di şevekê de rakirine û vê jî hiştiye ‘mirov bibin hedefa tundiyê. Lê ji bo LGBTI+yan û mirovan betalkirina Peymana Stenbolê nayê ti wateyê. Em radigihînin ku li dijî tundiyê, cidakariyê, qedexeyan, tunehesibandinê, nefretê em ê bi hev re û li gel hev bisekinin û vê dewam bikin.
“Em li dijî îşkenceyan û binpêkirina azadiya rêxistinkirinê, xweîfadekirinê, civîn û xwenîşandanê ya li dijî xwenîşandanên aştiyane yên LGBTI+yan û Meşa Rûmetê ya Stenbolê ne. Civîn û xwenîşandanên aştiyane maf e û nabe werin qedexekirin. Em dixwazin lêpirsîna wan hemû wezîfedaran bikin ku qedexeya îşkence û kiryarên xirab kirine û em bang li dewletê dikin ku li gorî peymanên navnetewî yên îmze kirine tevbigerin.
Em bibîr dixin ku mafên LGBTI+yan mafên mirovan in û em Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan pîroz dikin.”
(DSH/AO/FD)