Ji bo nûçeya tirkî / înglîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê Meşa Rûmeta ya 19an ya LGBTI+yan ya ku li Maltepeya Stenbolê wê di roja Şemiya 26ê Hezîranê de pêk bihata, qedexe kiriye.
Bixwîne-Hefteya Rûmetê ya 29an a LGBTI+yan li Stenbolê: Em ê li kolanan bin
Biryara qedexeyê di hesabê Twîtterê yê “Hefteya Rûmetê ya LGBTİ+ Stenbol”ê de hatiye ragihandin:
“Îro serlêdana me ya ji bo lidarxistina 19emîn Meşa me ya Rûmetê ya LGBTI+yan ya Stenbolê li Qada Mitîngê ya Maltepeyê ku wê li 26ê Hezîranê roja Şemiyê bihata pêkanîn, ji aliyê walîtiya Stenbolê ve hat redkirin . Sedema qedexeyê jî heman lewlew e.”
Di daxuyaniyê da Walîtiye gotiye, di çarçoveya Qanûna Jimare 2911ê ya Civîn û Meşên Xwepêşandanê û herwiha Madeya 11/C a Qanûna Birêvabirina Parêzgehan a Jimare 5442ê din ava sînorê bajarê me de ji bo ku bûyer û çalakiyên provakatîf pêk neyên, ji bo parastina azadî û mafên kesên din, ji bo parastina exlaqê giştî û tenduristiya giştî û ji bo rêgirtin li bûyerên tûndkariyê û terorî walitiya me destûrê nade meş pêk were.
LGBTİ+yan bi etîketa #SokaklarBizim(kolan yê me ne) bertek nîşanî biryara qedexeyê dane.
(KO/AY)