TUNDKARİYA MÊRAN-DOZA SÎBEL Y.YÊ
Dadgehê di doza tundkariya mêran de şahîdiya jinekê qebûl nekiriye
![Dadgehê di doza tundkariya mêran de şahîdiya jinekê qebûl nekiriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/246/161/original/teca1_-_Kopya.jpeg)
Fotograf: Bîrcan Degîrmencî
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Yek jê Mûtlû E. ku girtiye 4 kes li Mîlasa Muglayê li ser navê şîrketeke taybet hevdîtinên kar yên sexte organîze kirine. Jinên ku hatine hevdîtina kar, karkeriya sekse lê hatiye ferzkirin. Danişîna doza wan kesan îro li 2em Dadgeha Cezayê Giran a Bodrûmê pêk hat.
Sîbel Y. ku ji aliye çeteyê ve karkeriya seksê lê hatibû ferzkirin, parêzera wê Eren Keskîn û mafparêzên jinan tevlî danişînê bûne. Her weha tohmetbar Mûtlû E. bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) beşdarî danişînê bûye.
Di danişînê de jinekê weke şahid hatiye guhdar kirin û wê jinê gotiye di sala 2019an de Mûtlû E.yî tûndkarî li wê jî kiriye. Lêbelê dadgehê gotinên wê jina şahid qebûl nekiriye.
Tohmetbarên bi navê P.Y., A.G., û A.L. ku dadgehê di danişîna yekem de biryara zeftkirina wan dabû, bi îfadeyên ku dane sucdarkirin qebûl nekirine.
Dadgehê danişîn taloqî 3ê Tebaxê kiriye
Dadgehê ji ber ku delîl kêm bûye derbarê 3 bersûcan de birayar dadkirina bi awayê negirtî daye û danişîn taloqî 3ê Tebaxê kiriye.
Eren Keskîn, Hevseroka Giştî a Komeleya Mafên Mirovan ji bîanetê re behsa danişînê kiriye û bertek nîşanî neqûlkirina gotinên jina şahid daye.
Keskînê weha got, “Sîbel rûbirûyê êrişa zayendî ya Mûtlû E.yî bû. Tam heta salek Sîbelê delîl kom kir. Ji bo Mûtlû E. were girtin serî li dadgehê da lêbelê E. nehat girtin.”
“Her weha piştî ku rapora tipa edlî derket Mûtlû hat girtin. Di raporê de bi awayekî zelal cîh dane encama fizyolojik û derûnî ya êrişa zayendî.
Keskînê diyar kir û got, “divê gotinên jina şahid li ber çavan bên girtin û bê ka bersûc Mûtlû E. kî ye û çi kiriye. Her weha Keskînê got, “Grîngiya Peymana Stenbolê carekî din diyar bûye.”
Çi bûbû ?
Li gor zanyariyên ku di 17ê Çiriya Paşiya 2020an de di nûçeyên bîanetê de hatibû belavkirin, Mêrê bi navê Mûtlû E. li Mîlas, navçeya Mûglayê dijî 9 meh berê bi hinceta hevdîtina kar Sîbel Y. revandibû û îşkence pê kiribû. Her weha karkeriya sekse lê ferz kiribû û êrişa zayendî jî pêkanîbû.
(EMK/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)