Fotograf: Nursen Bilgin Kadayıfçıoğlu / csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hefteya Rûmetê ya 29an a LGBTI+yan li Stenbolê îsal wê di navbera 20 û 27ê Hezîranê de pêk were. Her sal komeke dilxwaz a serbixwe bernameyê amade dike.
Hefteya Rûmetê ya 29an bi Merasîma Xelatdayînê ya Bacanên Sor ên Bihormon wê di 20ê Hezîranê de destpê bike.
Her weha wê di bernameyê de Meşa Rûmetê, gotûbêj, kargeh û pêşangehên cida cida pêk werin.
Di vê hefteyê de wê Sarah Hegaziyê jî yad bikin.
Meşa Rûmetê ya 19an wê 26ê Hezîranê roja Şemiyê saet di 17.00ê de pêk were. “#lubunyasokakta Beklemede kal lubunyaaa” (lubunya li kolana ne, li bendê be lubunyaaa) slogana îsal ya meşê ye.
“Me hewl da em gelek kesan beşdar bikin”
Bûrak û Aren, endamên Komîteya Hefteya Rûmetê ya Stenbolê derbarê bernameyê de ev zanyarî dan:
“Ji par û vir ve em bang li herkesî dikin û ji bo ne tenê derdorên nêzîkî me lê ji bo kes û derdorên din jî beşdar bibin û pêşniyarên xwe ji bo bernameyê bikin, dixebitin.
“Beriya wê jî me weke komîteyê ew ew bername û mijar diyar kirin ku di rojeva tevgera LGBTI+yan de ne û em dixwazin îsal nîqaşa wan were kirin, mijarên ku em girîngiyê didinê û dixwazin rêya gûftûgoyê li ber wan vebin û me hewl da em naveroka wan bi hev re bipêş bixin.
“Paşê ew pêşniyarên di encama bangewaziya me de hatine kirin, me yek bi yek nîqaş kirin, yên hewce dikir, me bi kesên pêşniyar kirine re civîn li dar xist û hewl da ku naverokê xurtir bikin. Dema me hewl da ku em berfihertir bibin, em bi baldarî tevgeriyan ku tiştan dubare nekin.”
Burak û aren, endamên komîteyê behsa slogana bernameyê jî kirin û wiha gotin:
“Sloganên meşê bi piranî lubunya diyar dikin û hashtageke taybet a ji bo wê rojê ya ji ber xwe derdikeve holê dibe tt. Qanûneke me ya wisa nîne ku em bibêjin slogana komîteyê ev e û divê hûn li gorî wê tevbgiren. Hîna em li ser wan kombînasyonên cida diaxivin ku em ê jî bikar bînin û di nava wan de kolan û lûbûnya jî wê hebin. Em weke ew kesên ku girîngiyê didin li kolanan bin em li vir in, em ê li kolanan bin û em he li ber xwe bidin!”
Derbarê Meşa Rûmetê ya Stenbolê de
Cara pêşiyê li Stenbolê di sala 1993yan de xwestine Meşa Rûmetê li dar bixin lê destûr nehatibû dayîn û polîsan gelek kes desteser kiribûn. Di sala 2003yan de yekem Meşa Rûmetê dîsa li Kolana Stenbolê pêk hatibû.
Wê salê bername gelekî bi coş bûye û gelek kes beşdar bûne. Di salên 2013 û 2014an de ev meş bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hatibû.
Di sala 2015an de Walîtiya Stenbolê bi sedemên cidakar û dijhiqûqî Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan qedexe kiribû.
Li dijî vê qedexeya cidakar a walîtiyê LGBTI+ her sal derdikevin kolanan.
Ji bo bernameya Hefteya Rûmetê ya 29an bitikîne
(EMK/FD)