Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
6 jinên ku ji ber li Kadikoya Stenbolê di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de beşdarî Las Tesis, dansa protestoyî bûbûn û doz li wan hatibû vekirin, li 29em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatine dadgehkirin.
Ayşe Ece Kavas, Fîdan Ataselîm, Nîsa Kor, Seda Elhan Barbaros, Sevda Yenikoylu û Yaprak Okatali di dema çalakiyê de hatibûn desteserkirin û bi tohmeta ku “Bêçek beşdarî civîn û meşa dijyasayî bûne û digel ku hatine hişyarkirin ji ber xwe belav nebûne” doz li wan hatibû vekirin. Dozgerî ji bo her yek ji jinan heta 6 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê xwestibû.
6 jin tevlî parêzerên xwe beşdarî danişînê bûne û heyeta dadgehê biryar daye ku her 6 jin jî beraet bikin.
“Ew ên Peymana Stenbolê bicih naynin sûcdar in”
Piştî danişînê li ber avahiya edliyeyê civîneke çapemeniyê pêk hatiye. Fîdan Ataselîm, Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Bidin Sekinandin axiviye û wiha gotiye: “Ew ên Peymana Stenbolê bicih naynin sûcdar in. Em hemû dizanin ku bê kî ne yên sûcan dikin.”
Parêzer Tûba Torûnê jî wiha gotiye: “Ev encam encama mafdar a dadgehkirineke neheq e. Yên divê werin dadgehkirin ne jin lê hişmendiya zordestan e.”
Çi bûbû?
Jin ji bo dansa protestoyî Las Tesisê bikin di 8ê Kanûnê Pêşiyê ya 2019an de li Kadikoyê kom bûbûn ku ev dans li Şîliyê destpê kiribû. Jinên şîliyî li dijî tundkariya mêran bi armanca protestokirinê ev dans kiribûn.
Polîsan midaxele li Kadikoyê li jinan kiribû.
Di dema midaxeleyê de Fîdan Ataselîm jî di nav de 6 jin hatibûn desteserkirin. Di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de jin biribûn Edliyeya Anadolûyê û piştî îfadeyên wan ew bi şertê kontrola edlî serbest kiribûn.
(EMK/FD)