Fotograf: Platforma Jinan a Enqereyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
33 jinên ku li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê çalakî li dar xistibûn û polîsan ew desteser kiribûn, îro li 28em Dadgeha Cezayê Giran tên dadgehkirin. Beriya ku dadgehkirin destpê bike endamên Platforma Jinan a Enqereyê beriya danişîn destpê bike, li ber Edliyeya Enqereyê xwestine civîneke çapeminiyê pêk bînin. Lê polîsan bi sedema “pandemiyê” destûr nedaye wan.
Jinan pankarta ku li ser wê nivîsa “Peymana Stenbolê ya me ye nabe nayê dadgehkirin” vekirine. Polîsan bi gaza rondikrêj midaxele li wan kirine, dest danîne ser telefona Dîlan Babayigit, nûçegîhana Jinnewsê û derb li Hakan Yalçin, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê xistine.
Jinan bertek nîşan daye
Polîsan jin ji ber edliyeyê bi dûr xistine û sloganên weke “Em natirsin, em bêdeng nabin, em serî natewînin”, “Ne edaleta mêran edaleta rastîn” avêtine û bi çepikan helwesta polîsan protesto kirine. Semra Guzel, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê û Fîlîz Kerestecîoglû, Parlamentera HDPyê ya Enqereyê jî piştgirî dane jinan.
Jin ji ber avahiya edliyeyê ber bi Kolana Sihhiyeyê ve meşiyane. Polîsan li vir jî bi gazê midaxele li wan kiriye. Di êrîşa polîsan de nêzîkî 20 jin desteser kirine.
Di dema midaxeleyê de Semra Guzel, Parlamentera HDPyê bertek nîşanî polîsan daye û polîsan jê re gotiye ku “dengê xwe qut bike.”
Daxuyaniya ku wê bihata xwendin ev e
Ew daxuyaniya ku wê jinan bixwenda û polîsan destûr neda, ev e:
“Digel ku êrîşî peymanê kirin, li çar hêlên Tirkiyeyê di heman demê de me çalakî li dar xistibûn. Yek ji van di 12ê Tebaxa 2020an de li ser banga Platforma Jinan a Enqereyê bi gotina “Peymana Stenbolê dide jiyîn” li Meydana Kolejê ya Enqereyê pêk hatibû.
“Em ango ew jinên ku ji bo mafên jiyanê biparêz in kolan tijî kirin, rastî tundkariya mêran hatin, 33 jin rastî tundkariya dewleta mêran hatin û ew desteser kirin. Bi tohmeta ku ‘li dijî Qanûna Xwenîşandan hu Meşan a hejmar 2911an derketine’ doz li wan jinên peyman parastine hatibû vekirin û ji salek û 6 mehan heta 3 salan cezayê girtîgehê dixwazin li wan bibirin.
“Ev doz ne tenê li 33 jinan vebûye. Ev doz li hemû jin û LGBTI+yên peymanê diparêzin hatiye vekirin. Aliyekî vê dozê desthilata yek mêrî ye ku her roj bêhtir derdikeve holê, ev desthilat bûye çeteyeke sûckirinê û aliyê din jî hemû kesên alîgirên jiyanê ne û têkoşînê li dijî tundkariya mêran dikin.”
Danişîn protesto kirine
Parêzerên çûne salona dadgehê, gotine ku polîsan bi gazê êrîşî winan kirine, derb li wan dane û ew desteser kirine. Parêzeran giliyê polîsan kirine lê serokê heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye û biryar daye ku dadgehkirin roja 26ê Çiriya Paşiyê dewam bike.
Piştî biryara heyeta dadgehê, jin û parêzerên li korîdora avahiya edliyeyê bûn, bi çepikan tundkariya polîsan protesto kirine.
Jinên ku hatine desteserkirin, piştî îfadeyên xwe dane, serbest mane.
(EMK/FD)