Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
88 rêxistinên jinan wê 19ê Hezîrana 2021an ji bo Peymana Stenbolê wê mitîngeke mezin li dar bixin. Mitînga bi navê “Em dest ji Peymana Stenbolê Bernadin” wê roja şemiyê li Stenbolê pêk were. Rêxistinên jinan ji bo beşdariyê bang li jinan û LGBTI+yan kirine.
Ji ber ku Peymana Stenbolê di 19ê Hezîranê de hatibû erêkirin û wê rojê dewletan destpê kiribûn ku wê îmze bikin, wê mitîng di 19ê Hezîranê de pêk were.
Jinan di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Ji seranserê Tirkiyeyê ji bo em hêza xwe û hevgirtina xwe nîşan bidin, careke din em ê kom bibin.”
Çi bûbû?
Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.
Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne. (BS/EMK/FD)