Fotograf: CFWIJ
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevpeymana Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) rapora xwe ya binpêkirinên maf ên azadiya çapemeniyê ya Gulana 2021ê ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamegerên jin weşandiye.
Di raporê de bal kişandiye ser êriş û gêfên li ser rojnamegerên jîn, bûyerên tacîzê yên ku rojnamegerên jin rûbirû dimine û binpêkirinên mafan.
Tûndkarî û gef herî zêde li Belarûs, Felestîn û Tirkiyeyê hene
Li gorî rapora meha Gulana 2021an ya hevpeymanê 70 rojnamegerên jin rastî tacîz, gef û tûndkarîyê hatine. Sê welatên destpêkê yên ku zêde gef, tacîz û tûndkarî lê hene Belarûs, Felestîn û Tirkiye ye.
Hevpeymanê di rapora xwe de diyar kiriye ku gef, tacîz û tûndkarî herî zêde di meha Gulanê de li dijî rojnamegerên jin pêk hatiye û wiha gotiye:
Li Belarûsê neh rojnamegerên jin hatine desteserkirin. Welatê ku herî zêde lê desteserkirin pêk hatiye Belarûs e.
Li Felestînê rojnamegerekê jin hatiye kuştin.
Li Tirkiyeyê 5 rojnamegerên jin di meha Gulanê de di dema şopandina nûçeyê de rastî êrişa laşî hatine.
Li Tirkiyeyê di meha Gulanê de ji ber pandemiyê rojnamegerên jin hatiye dadgehkirin.
Li Tirkiyeyê di meha Gulanê de di dema şerê Îsraîl û Felestînê de Karel Valansî, nivîskara Rojnameya Şalomê bûye hedefa êrişa netewperestî ya saziyên çapemeniyê yên nêzîkî hukumetê.
(CA/NÖ/AY)