*Fotograf: Dilek Sarıgül / csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Zêdetirî mehekê ye ku Tirkiyeyê biryara betalkirina Peymana Stenbolê daye û ev di Rojnameya Fermî de weşandiye. Li dijî vê biryarê jin li gelek deverên Tirkiyeyê çalakiyan li dar dixin. Welatên Peymanê îmze dikin, derbarê tundkariya li dijî jinan û nav malan de neçar in tedbîran werbigirin, mekanîzmayan ji bo van tedbîran av abikin û van tedbîran bi rengekî bibandor pêk bînin. Li gel welatiyên wî welatî Peymana Stenbolê penaberên jin ên li Tirkiyeyê jî diparast.
Li gorî vê rewşê, Peymana Stenbolê ji bo 3 milyon penaberên jin û zarok jî gelekî girîng e. Gelo penaberên jin biryara betalkirina Peymana Stenbolê çawa dinirxînin? Çi daxwaz dikin?
Dua Muhammed û Alaa Amer, du jin in ku li Tirkiyeyê dijîn û derbarê mafên jinan de xebatan dikin. Muhammed û Amerê behsa biryara Peymana Stenbolê û betalkirina Peymana Stenbolê kirin.
Dua Muhammed 27 salî ye û li zanîngehê dixwine. Çalakvana mafên jinan û zarokan e. Di sala 2014ê de ji Şamê hatiye Tirkiyeyê û li Dîlokê di saziyeke civaka sivîl de weke berpirsa projeya perwerdeyê kar kiriye. Xebatên perwerdeyê ji bo sûriyeyiyên zarok û jin dike.
Alaa Amer jî 37 salî ye. Di sala 2013ê de ji Suriyeyê hatiye. Suryan e. Li Stenbolê karê rojnamegeriyê dike. Nûçeyan derbarê polîtîka û jinan de dinivîse. Projeyên derbarê mafên jinan birêve dibe.
Alaa amerê derbarê Peymana Stenbolê de ev tişt gotin: “Ez ji ber rejîma Esadî reviyam hatim vir. Li şûna Ewropayê min biryar da ez li Tirkiyeyê bimînim ku gelek caran sînorên xwe ji penaberan re vekiriye û parastina wan misoger kiriye. Ger peyman bicih bihata, wê çaxê min ê bigota min serî li welatekî wiha daye ku mirovên pêdiviyên wan heye, diparêze. Lê betal kirin. Ez ditirsim ku biryara betalkirinê rêjeya tundkarî û îstismarê zêde bike. Peymana Stenbolê weke penabereke jin jiyana min a li vî welatî wê hêsan bikira.”
“Pêwîstiya penaberên jin bi vê peymanê heye”
Muhammed jî weke Amerê difikire. Muhammedê got ku betalkirina peymanê hêviyên jinan şikandiye û wiha dewam kir:
“A ku wê me jinan biparêze, qanûn in. Peymanê ligel tundkariya li ser jinan, pêşîgirtina cidakariyê ya li dijî penaberan jî misoger dikir. Gelek mafên weke paşdeneşandina jinên tundkarî li wan hatiye kirin û mafê danişînê jî misoger dikir. Pêwîstiya penaber û jinên û Tirkiyeyê dijîn gelekî bi vê peymanê heye.”
(SO/FD)