Fotograf: Evrîm Kepenek/bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Sîbel Y. li dijî çeteyekî ku karkeriya seksê li wê ferzkiriye têdikoşe. Sîbel Y.yê ji bo doza ku wê sibê(15ê Nîsanê 2021) pêk were banga tevlîbûnê ji her kesî kir û got, “Min bi tene nehêlin.”
Sîbelê weha got,"Piyê min şikestîbû, ez jî bi tena sere xwe çûm cihê ku ez revandime û min xwest dîmenên vîdeoyê bigirim. Min gelek caran ji bo lêkolîna qeydên mobeseyê daxwazname nivîsî."
"Min delîl kom kir, me gelek caran ji dozger re ragihand. Di dawiyê de Mûtlû E. yê ku êrişa zayendî li min kir, karkeriya sekse li min ferz kir hat girtin û sibê (15ê Nîsanê 2021) derdikeve pêşberî dadwer..."
Sîbelê pêş danişînê bi bîanetê re axivî û destnîşan kir ku ew dixwaze hemû jin û mafparêz piştgiriyê bide wê û got:
"Heta niha di hemû hewldanên min de, jin û mafparêz li gel min bûn. Ez spasiya hemûyan dikim. Lê belê têkoşîna rasteqîn niha dest pê dike. Ger ev mêr serbest bê berdan dê xeteriya li ser jiyana min û malbata min berdewam bike.”
“Ez dixwazim ev mêra û tevahiya çeteye were ceza kirin.”
"Ez pir bi kelecan im. Tevî ku ez ewqas rastî zor û zihmetiyan bûm, dîsa jî ez xwe pir bihêz hîs dikim. Piştî salekê ev mêr hat girtin û di dawiyê de tê dadkirin. Ez ji dadgehên Tirkiyeyê bawer dikim. Ez hêvî dikim ku wê edalet pêk were. Ez dizanim wê pêvajoya pêş wê dijwartir be, lewma ji her kesî re dibim, 'min bi tenê nehêlin.”
Çi bûbû ?
Li gor zanyariyên ku di 17ê Çiriya Paşiya 2020an de di nûçeyên bîanetê de hatibû belavkirin, Mêrê bi navê Mûtlû E. li Mîlas, navçeya Mûglayê dijî 9 meh berê bi hinceta hevdîtina kar Sîbel Y. revandibû û îşkence pê kiribû. Her weha karkeriya sekse lê ferz kiribû û êrişa zayendî jî pêkanîbû.
(EMK/AY)