Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tûma Çelîkê ji ber ku “êrîşa zayendî” li jinekê kiriye dihate dadgehkirin, ji çapemeniyê re daxuyaniyeke nivîskî şandiye û gotiye, “min beraet kir”.
Çelîkî di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Pêvajoya dadgehkirinê ya piştî buxtanên li min hatin kirin destpê kir, îro encam da.
“Dadgeha Cezayê Giran a 8an a Enqereyê di dozê de îro biryara beraeta min da. Piştî buxtanên li min hatin kirin, pêvajoya rakirina parêzbendiya min jî tê de ez rastî bêdaraziyeke mezin hatim. Ji serî de min digot hemû îdia bêbingeh in.
“Di encama pêvajoya înfazkirina bêdadgeh de mafdariya min derketiye holê ku bi dest û hevkariya siyasetmedar û hin rojnameyan destpêkiribû. Ez spasiyên xwe di serî de pêşkêşî dengdêrên deng dane min û min weke nûnerên xwe şandin parlamentoyê û kesên piştgiriya min kirine, dikim.”
Çi bûbû?
Tûma Çelîk bi êrîşa zayendî ya li ser jinekê dihate tohmetkirin. Piştî vê tohmetê di 18ê Tîrmehê de ji HDPyê îstifa kiribû.
Çelîkî di nameya xwe ya îstîfakirinê de gotibû ku “xebatên min ên li Parlamentoyê û nava gel xuya ye hin derdor aciz kirine. Ji ber wê jî bi şêweyên cida cida kesayeta min bi hin tiştan tohmet dikin. Her weha derbarê jinekê de buxtanê li min dikin.”
Desteya Disîplînê ya Navenda ya HDPyê di 20ê Tîrmehê de civînek pêk anî bû û Çelîk ji partiyê avêtibû. (EMK/FD)