Nawal El Saadawî, nivîskara feminîst û aktivîst hefteyeke berê niha ji nava me koç kir, piştî ku wê mîrateyek çandî ya mezin a nivîsandinê, di nav de çîrok, roman û lêkolînên psîkolojîk ên şanoyî ji me re hişt. Dema ew mir 89 salî bû û di nava vê salan de pirtir ji pêncî pirtûkan nivîsand ku piraniya wan ji hêla saziya sansura Misrê ve hate asteng kirin. Ka em bi hev re li hin hûrguliyên jiyana vê jina afirîner binêrin.
Nawal El Saadawi di 27 Çiriya Pêşiyê ya 1931 de li Misrê, li gundekî tenişta çemê Nîlê ji dayik bûye. Tevlî wê neh xweh û bira bûn di malê de. Wê romana xwe ya yekem sawa xweya yekem di sêzdeh saliya xwe de nivîsand. Navê pirtûka wê “Bîranînên Keça Bi Navê Sûad” e. D sala 1944ê de dersdarê wan ê zimanê erebî, ji wan xwestiye kompozisyoneke ji sê rûpelan binivîsin. Nawal El Saadawi ev nav ji bo kompozisyona xwe hilbijart. Ev kompozîsyon weke pirtûk di sala 1990î de hat çapkirin.
El Saadawiyê di 1955an de Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Qahîreyê qedandiye û wekî doktor xebitiye. Paşê beşa psîkiyatriyê xwendiye bû û di sala 1972an de ji ber pirtûka xwe ya "Jin û Zayendê" a ku tê de sinetkirina jinan a bi zordarî kiriye, ew ji karê wê yê li Wezareta Tenduristiyê ya Misrê avêtine. Ji ber ku El Saadawî dema zarok bû bi xwe hatiye sinetkirin, ev tişt bandoreke gelekî mezin li jê kiriye û weke êşeke zaroktiyê her derketiye pêşberî wê.
Hê dema zarok bûye dapîra wê jê re gotiye "Kurikek bi 15 keçan e, keç jî bela ne.” Ev gotin bandoreke mezin li wê kiriye û hiştiye ku hêrsa wê di asta bilind de be li dijî kevneşopiyan.
Di sala 1977an de wê romana xwe bi navê "Rûyê Tazî ya Jina Ereb" weşand. Di vê pirtûkê de behsa destdirêjiya seksî, tawanên namûsê û karkeriya seksî kiriye ku di dema doktoriya xwe ya li gundekî çavdêriya wan kiriye.
Di Îlona 1981an de bi tohmeta ku beşdarî kampanyayeke li dijî Enwer Sedat, Serokê wê demê yê Misrê bûye, we girtine. Li girtîgehê bîranînên xwe bi pênûseke ji kilê li ser peçeteyan nivîsandiye ku karkereke seksê ew pênûs jê re peyda kiriye.
Wê kampanyayek li dijî hîcabkirina jinan dest pê kir, lê di heman demê de li dijî bikaranîna kelûpelên kosmetîk û nîşandana laşê jinan jî derketiye. Ji bo vê wiha gotiye: "Hîcab semboleke siyasî ye ku jinan bindest dike û têkiliya hîcabê bi exlaqî re nîne.”
Nawal Al-Saadawi pirsî ye: “Çima jin têne nixamtin lê mêr nayên pêçandin? Çima ez li dijî hîcabê me? Ji ber ku ew li dijî eqlax e. Heke ji bo ez rûmetdar xuya bikim, ez hîcabeke bi pêncî qurişan an pêncî lîreyan bikirim, wê gavê ez dikarim bi vî miqdarî bihuştê jî bikirim. Û ez dixwazim bi exlaq û tevgera xwe lê ne bi paçekî li serê xwe biçim bihûştê.''
Wê di sala 1982yan de Komeleya Piştgiriya Bi Jinên Ereb re ava kiriye her weha alîkariya avakirina Weqfa Mafên Mirovan a Erebî kiriye. Gelek xelatên navnetewî wergirtine û bûye Berpirsa Weşanê ya Giştî ya Rojnameya Misrê.
Nawal Al-Saadawi, sê caran zewiciye. Hevjînê wê yê sêyem Sherif Hatata ku bavê du kurên wê ye. Ew 43 salan bi wî re jiyaye. Wî bixwe pirtûkên li ser wekheviya zayendî nivîsandiye. Wê ji bo Hatatayî wiha gotiye: “Ew yekem mêrê feminîst bû ku min ew nas kiriye, li ser rûyê erdê” û pesnê wî daye. Lê paşê têkiliya wî bi jineke din re çêbûye. El Saadawiyê dev jê berdaye û ji bo wî wiha gotiye: "Ez bawer im %95 mêr wusa ne.”
El Saadawî her weha baldar bû li ser maf û têkoşîna jinên kurd jî.
Saadawî di sala 2014yen da ji bo bernameyeke rewşenbîrî serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Çûye Silêymaniyê û li vir di bernameyê de diyar kiriye ku di têkoşîna jinên kurd a li dijî DAIŞê de ew piştgiriya wan dike.
Nawal El Saadawiyê di demên cida cida de derbarê jin, zarok, welidandin û namûsê de hin tişt gotine. Va ye hinek ji gotinên wê:
"Çewtî û paşdemayî ye ku jin tenê bi welidandina zarokan ji jiyan û bextewariya têr dibin.”
“Karkirin pêdiviyek mirovî ye, lê zarokanîn mirov dikare bibêje fonksiyonek biyolojîk ku hemû zindî dikarin wê bikin.”
"Li şûna ku em wî perçeyê bekaretê yê di laşê jinan de pîne bikin, çêtir e ku mirov têgeha namûsê di hişê mêran de biguherîne."
Nawal El Saadawiya ku di 21ê Adara 2021ê de koça dawî kiriye di warê jîneolojî û psîkiyatriyê de gelek berhem dane.
Pirtûkên wê
Bîranînên Doktorekê
Jinek Li Ber Xala Sifirê
Hilweşîna Melayî
Xwedayê ku Li Ber Nîlê Mir
Evîna Li Warê Petrolê
Bêgunehiya Şeytanî
(MD/FD)