Rojnameyê biryara Zanîngehê bi sernava "Serkeftineke rojnamegeriyê ya din ya Rojnameya Miîlî" ragihandiye.
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku rojnameya Mîllîyê dersa hilbijartî ya “Wekheviya Zayenda Civakî” bi nûçeyekê kiriye hedef, rêveberiya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê (SBU) derbarê vê dersê de lêpirsîn vekiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, rêveberiya SBUyê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ev ders li hin zanîngehên din mecbûrî ye lê li bal wan “derseke hilbijartî” ye.
Rêveberiya zanîngehê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Ne mimkun e em naveroka wê dersê qebûl bikin, destûrê bidin, lê negirin û pesend bikin ku malbat û nirxên me yên civakî dike hedef, zirarê dide urf û adet û kevneşopiyên me yên kevnare û nirxên me yên olî û netewî.
“Em bi ti awayî naguncînin ku bi behaneya dersê be jî nirxên me yên olî û pîroz werin nîqaşkirin. Em hêvî dikin wê bê zanîn ku zanîngeha me ya perwerdekirina ciwanên me bi hestên netewî ji xwe re kiriye prensîb, xwedî heman hesasiyetan e û xebatên xwe jî bi vî awayî bi rê ve dibe.”
Rojnameya Milliyê di sernavê nûçeya xwe de gotibû, “Dersa li Zanîngehê fitratê ji kokê red dike” û di nava nûçeyê de jî gotibû di dersê de “hevzayindiyê hîn dikin” û “fitratê qebûl nakin”. (RT/FD)