Fotograf: Evrîm Kepenek / bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Stenbolê li dijî jinên ku tevlî Meşa Bişev a Feminîstan a 8ê Adarê bûne operasyona desteserkirinê pêk hatiye. Di encamê de 12 jin hatine desteserkirin. Îfadeyên wan jinan yên li emniyete temam bûye.
Jinên desteserkirî bi tohmeta ku “heqaret li serokomarî kirine” tên sûcdarkirin. Li gorî zanyariya ku parêzer Merîç Eyuboglûyê daye bîanetê, di nava rojê de ji bo îfadeya li dozgeriyê wê jinan bibin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê ye.
Ji aliyekî din ve di nav kesên ku biryara wan a desteserkirinê heye de kesekê temenê wê di bin 18an de heye û di operasyona şevê de ji ber temenê wê desteser nekirine. Parêzer Eyûboglûyê gotiye, yekser ji bo dozgeriyê bang li vî kesî hatiye kirin.
Yek ji kesên ku hatine desteserkirin mafparêz Nîmet Tanrikûlû ye. Celalettîn Can, hevjînê Tanrikûlûyê û Berdevkê Hewldana 78an têkildarî operasyonê bi bîanetê re axivî.
Canî diyar kir ku ji ber Tanrikûlûyê di demekê nêz de emeliyat bû, pirsgirêkê wê yê tenduristiyê hene û got, “ Em ne li bendê ne girtin çêbibe, lê bêguman diyar nîne jî wê çibibe”
Sedema desteserkirinê dirûşm e
Li gorî zanyariyên ku parêzerên feminist li ser medya civakî belav dikin, sedema sûcdarkirina jinan bi tohmeta “heqaret li serokomarî kirine” dirûşmên ku di çalakiyê de avêtin e. Dirûşmên ku weke hincet hatine nişandan ev in, “çeng bibe çeng bibe her kî nebe Tayyip e" û “Tayyîp bireve bireve bireve jin tên”
(TP/AY)