Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sadida Sadat, Shahnaz Roufî û Mursal Waheediya ku li wîlayeta Nangarharê li rojhilatê Afganistanê ye di kanalekî taybet de kar dikirin, di encama êrişek çekdarî de hatine kuştin. Her sê jin jî temenê wan 20 an go 21 bû.
Farîd Han, Berdevkê Midiriyeta Emniyeta Nangarharê destnîşan kiriye ku 3 karmendên jin ku li televizyona Enîkasê kar dikirin li bajarê Celalabada Nangarharê ji aliyê kesekî ve ku nasnameya wî nediyar rastî êrişa çekdarî hatine. Han diyar kiriye ku her sê jin jî mirine.
Hukumeta Afganistanê Talîban weke berpirsiyarê êrişê nîşan daye. Eşref Ganî, Serokomarê wî welatî daxuyanî daye û gotiye, Talîban bi van êrişan dixwaze aloziyê durust bike û dengên ku ji bo parastina komarê bilind dibe, bêdeng bike.
Zabîbûllah Mucahît, Berdevkê Talîbanê jî gotiye tu tekiliya wan bi êrişê ve nîne.
Her weha DAIŞê daxuyani daye û diyar kiriye ku her sê jin wan kuştine.
Di Kanûna Peşiyê ya 2020an de rojnamegera jin Malalaî Meyvand ku di heman kanalê de kar dikir, di encama êrişek çekdarî de hatibû kuştin.
Li gor lêkolîneke Saziya Parastinê ya Rojnamegeran li welatî di çar mehên dawî de 5 rojnameger hatine kuştin. (HA/AY)